Navê LALEŞA NÛRANÎ yê rastî

Navê LALEŞA NÛRANÎ yê rastî

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

Diyar e ku ev wargeha bi navê LALEŞA NÛRANÎ ku  ji aliyê Kurdên Ezdayî ve navendeke pîroz hatiye pejirandin, berî hatina Şêx Adî, navê wê MÊRGEHA PÎROZ bûye. Gelo çima ew nav hate guhertin û çima niha kes xwedîtî li wî navî nake?

Ev ola kevnar a bi navê EZDAyî, bi hezarê salan e ku heye. Dema ku EZDATÎ derketiye holê, pêxember nebûne.

Di despêka jiyanê de birrek Kurd bawer kirine ku hêzeke nihênî di xwezayê de heye û navê wê hêzê danîne EZDA. Niha jî perestiniya (îbadet) Kurdên Ezdayî, tev bi kurdiya kurmancî ye.

Lê Emewiyan çewa ku herifandineke mezin xistine nava Îslamê, eynî wisa xwestine ku Kurdên Ezdayî jî, bikin neviyên xwe û kesek bi navê Şêx Adî (1074-1162) hinartine MÊRGEHA PÎROZ û bi salan li wirê maye, ola Îslamê terikandiye, xwe wek Şêxekî Ola Ezdayî bi Kurdan daye pejirandin.

Hêja ye bê gotin ku Şêx Adî  neviyê Hekemê Kurê Merwanê Emewî bûye.

Çewa ku berê navê BEXDADê bi kurdiya kurmancî bû, Emewiyan nav guhertim û danîn “Medinetus-Selam” herwisa navê MÊRGEHA PÎROZ jî guhertin û kirin LALEŞA NÛRANÎ.  Ev herdu peyv jî erebî ne, lê xwendina di hemû îbadetên Ezdatiyê de, bi kurdiya kurmancî ye.

Niha di nava Kurdên Ezdayî de kesên ku serweriya olî dikin, ŞÊX û PÎR in.

Kesên ku ji ajara Pîran bin, ew Kurd in.

Lê kesên ku ji ajara ŞÊXan bin, ew ji nijada Emewiyan in.

Ji wan herdu birran kî vê yekê bawer nake, bila DNAya xwe bide çêkirin, wê her tişt diyar bibe.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser navê MÊRGEHA PÎROZ, bête kirin. Her şad û bextewer bin…

01/ 02/ 2026

Xelat