Ji bo bîranîna helbestvanê Kurd ê nemir Hamid Bedirxan

Ji bo bîranîna helbestvanê Kurd ê nemir Hamid Bedirxan

Helbestvan Hamid Bedirxan sala 1924an li bajarokê Şiyê ya ser bi bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, dema biçûk bû ji navçeya Şiyê tevî malbata xwe berê xwe dan bakûrê Kurdistanê û li Devera Qirixanê bi cî bûn.

Hamid Bedirxan zanîngeha beşê zimanê Tirkî bi dawî kir, herwiha peymangeha zimanê Fransî jî xwendiye. helbestvanekî Kurd ku xwedî jêhatîyeke helbestî ya berbiçav bû. Wî bi çar zimanan helbest nivîsandiye, dema li Tirkiyeyê bûye bi Tirkî û Fransî helbest nivîsandiye û piştî vegera xwe ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi Erebî û Kurdî helbest nivîsandine.

Navê rastîn ê helbestvan Hamid Bedirxan di dema jidayikbûnê de (Hemîd Murad Hesen Xidir) bû, û navê wî li Tirkiyeyê (Hemîd Argun) bû. Wî ev nasnav ji ber têkiliya xwe û evîna xwe ya ji bo helbestvanê Fransî (Louis Aragon) hilbijart

Helbestvan Hamid Bedirxan li Stenbolê wêjeya Tirkî xwend û ji zanîngeha wê mezûn bû. Wî her wiha li enstîtuyên Fransî jî xwend. Piştî mezûnbûnê, çalakiyên wî yên siyasî û hizbî zêde bûn, û ew di rojnamegeriya Tirkî de xebitî, di demekê de ku siyaseta Tirkiyeyê alîgiriya Sovyetê bû, ji bo rojnameya (Gûnaydin-Rojbaş) xebitî. Piştî guhertina siyaseta Tirkiyeyê ya derve ber bi welatên Rojavayî ve, çalakiyên hemî partiyên çepgir û komunîst hatin qedexekirin, û Hamid Bedirxan û hevalên wî çend caran hatin girtin.

Piştî ku di sala 1947an de vegeriya Sûriyeyê, ji zindanên Tirkiyeyê reviya û vegeriya gundê xwe (Şiyê), ji tirsa zilm û zordariya Tirkiyeyê û dezgehên îstîxbaratê yên li hundirê Sûriyeyê, nav û nasnavê xwe guherand.

Li Şamê nave xwe guherand û leqeba Bedirxan bikar anî, leqeba wî Bedirxan jî, ji aliyê mîr (Celadet Bedirxan) hat lêkirin dema ku ew bi hin endamên Partiya Xweybûnê ya Kurd re civiyan, lê wan hest kir ku helbestvan Hamid Bedirxan hêjayî û layîqî wê leqebê ye.

Hamid Bedirxan xwedî bêtir 30 dîwanên helbestane, ew dîwan bi her sê zimanên kurdî, erebî û tirkî ne.

Li Şamê, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd nas kirin, wek Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn û Reşîd Hemo û gelek bejinbilindên wê demê.

Hamid Bediran di 29ê nîsana 1996`an koça dawî kir û cenazê wî ji aliyê bi hezaran Kesan ve hate pêşwazîkirin û bi merasîmekê di 2 Gulanê 1996`an li bajarokê Şiyê li warê jidayîkbûna xwe hat veşartin.

LI BER DERGEHÊ SALA 1996

Nêrînek..

di navbera çar diwaran de

mina çiraxek ronahiyê

welat bûye hesret..!

tim ne gulistan u bax e

dil perçe perçe bûye

li nexweşxanê bi xwîn e...

bi textîta nesax e dil.!

Lidor xwe dinirim

geh pir baş e, geş e bihar e û geh zindan e şevek reş e, zivistan e, şevek sar e

deşta xeyala min pir fereye

Bozê Rewan li çargav e

bengela? sûr valakirî ye

Mem şehsiwarê Bozê Rewan e

Hesen û Çeko qîreqîr û awaz in

didin mizgîna aştiyê

awaz awaz e

dor wan paqij û belengaz in

pir gund şewitîn

lê dîsan dar û rez razane

Kurd zana ye

rojên şadi mîna sitêrkan beyan in

Ji hemû cavan ve eyan in

dor xwe mêze bike helbestvano!

kanî..

Pêremerd, Hecî Qadirê Koyi, Hejar û Goran?!

Mişê Bekaborî?!

kanî perestgeha Laleşê, Siyamend û Sîpan?

kanî Serê Kaniyê (Kefircennê)?!

kanî hevalên serpolat...?

ka serhildan û xebat...?!

Salan pir tişt birin veşartin û çûn...!

lê belê sala nu jî hat emê çavan bikin çar çi ji me re bîne..

çi ji me dixweze...?!

Hiş û jîn bira qurbana te bin

welatê min î delal û şêrîn

bila tim hebe.

Hamid Bedirxan 13.12.1995

XELAT/Amadekirin/ Dawûd Çîçek