BÎRANÎNA KED Û SALROJA WEFATA HUNERMEND EYŞE ŞAN
Rojek ji rojên pirbar û dîrokî di jiyana me de ev dîmen û tabloyên xwedî nasnameya Kurdistanî ne.
29ê Kanûnê, sal 2025an 29 sal li ser oxira Eyşana Osman derbas bûn. Bîranîna salroja wefata jineke serkêş û pêşeng weke Eyşe Şan nîsaheneke û 100 armancên pîroz raberî me kirin. Ew navdar bû ku navdarên welatê wê yê dagîrkirî ked û navê wê ji bîr nakin.
Ji nava Kurdên Xorasan, Almaniya û Ermenistanê bigire heya Kurdên 4 aliyên Kurdistanê mêvanên me yên hêja û qedigiran hebûn. Gelek spas ji bo parastina dewlemendiyên me yên neteweyî ku di wêneyên jêr de xwe didin der.
Kesên navdar û nemir bi xebatên wiha re didin selmandin ku ketine nava dilê dîroka welatê xwe.
Ji dil spasdarî hatina we tevan im, ew qedirnasî û rêzdariya we ji min re rojbûneke nû ye. Hêz û heza we di helkeftên wiha da li ba min zêdetir dibe dema ku hûn qîmetê mîratê xwe dizanin.
Hûn kesên bispor û xwedî bandor di karê xwe de, mamosta, hunermend, çalakvanên warên cûr bi cûr, doxtor, endazyar û di qada siyasetê de pêşengên doza gelê xwe ne ku jiyan û mayînê şirîntir dikin.
Hezaran car mixabin ku di wê bîranînê de tenê jineke stranbêj jî nehatibû, yên ku dane ser şopa Eyşe Şanê, bi stranên wê hatine hezkirin lê di nekarîn an jî ewqas ji cihana hunera Kurdî bêxeberin ku di rojeke wiha wiha girîng de jî zehmetî nedane berxwe û nehatin nava wê civata tije mirovên qedirgiran.
Ji dil spasdarî rêzdar Mihemet Tanirverî û Egîd Boztemurê bira me ku di vê bîranîn û xebatê de kedeke mezin raxistin ber çavan. Herwiha spas bo her du rojnamevanên hêja: Hemîd Urmiye û kanal 8 û kekê Riad Alî ji Kurdistan TV hatibûn wê bîranînê.
Spas ji dayîka min re ku dayîkeke Kurdistanê anku Eyşe Şan bi min da nasandin.
Eyşe Şan yek ji pêşengên şoreşa jin-jiyan-azadî ye dema ku di nava dilê sîstema mêrsalariyê û dijberiya bi siyaseta asîmîlasyona Kemalîstan re bi denegekî bilind wiha qêriya:
" Wele nastînim, bîle nastînim
Dayê nastînim, babo nastînim
Derdê hewiyê wela nakişînim......."
Hezaran rehmet li riha Eyşa Kurd bin, hezaran car spas ji we hemûyan re ku deng û banga we li dijî kevneşopiyên kirêt bilinde.
Werin heya em hene qedirê hev bizanin û êdî bese: Zindîkujî û mirîperestî..."



Xelat
