Pêwîstiya Penaberên Rojavayê Kurdistanê bi alîkariyê heye
Nûnerê Encûmena Penaberan ya Rojavayê Kurdistanê- Sûriyê yê kampa Barîka, destxweşî û spasiya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê kir ku hertim xwedî li penaberan derketiye û dengê wan gîhandiye cihên peywendîdar.
Bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan (Hesen Mistefa) Nûnerê Encûmena Penaberan ya Rojavayê Kurdistanê- Sûriyê got, berê hin alîkarî ji aliyê rêxistinên (UN) ve bo wan dihatin dayîn lê ev demeke ew alîkarî li ser penaberan hatine qutkirin.
Ew yek jî anî ziman ku: Qeyran û pirsgirêkên heyî yên li Herêma Kurdistanê bandoreke berçav li ser rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê jî kiriye û penaber ji van qeyran û pirsgirêkan bêpar nema ne.
Nûnerê Encûmena Penaberan ya Rojavayê Kurdistanê daxwaza wê yekê jî kir ku, bêhtir alîkarî ji penaberan re were kirin, ji ber ku di nav penaberan de kal û pîr û kêmendam jî hene ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye.
Jêder: Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê
