Çalakvanekî Bakûrê Kurdistanê Kelepûra Kurdewarî Diparêze
![Çalakvanekî Bakûrê Kurdistanê Kelepûra Kurdewarî Diparêze](https://xelat.org/uploads/images/2024/06/image_750x_6666cf1535c0c.jpg)
Seyda Goyan, çalakvanekî Kurd ê Bakûrê Kurdistanê ye bi selane di biwarê kultur û kelepûra Kurdewarî de kar dike ji bo parastina kultur û kelûpelên folklorî yê kurdewarî û mala xwe kiriye mûzexane.
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya `Kurdistanî Nwê` de ku li bajarê Silêmaniyê tê çap û belav kirinê, Seyda Goyan gotiye: Ji destpêka sala 1993`an ve heta îro berdewam mijûlî komkirina xezîneya kultur û folklore kurdiye û bi awayekî ekademîk û giştî kar ji bo komkirina folklore kurdî û belgekirina jiyana revendê û Kurdên koçer dikim û bidûvçûnê li jiyana kurdewariyê ya resen dikim.
Her weha dibêje: lîstikên zarokan û çendîn curên xwarina kurdewarî û cilûbergên kevin yên jinan û zelaman yên Kurd ji hemû parçeyê Kurdistanê û tevî cilûbergên Kurdî yên Loristan û Xorasanê jî min komkirine û belge û arşîv kirine.
Behsa wê yekê jî dike ku armanca wî ji vê yeke ji bo parastina folklora Kurdî ye ku di mûzexaneyekê de parastiye û her kelûpeleke Kurdî bi rêya telefizyonê yan medyaya civakî dîtibe daxwaz kiriye û ew kirîne û min di mûzexaneya xwe de parastine. Ku zêdetir li 1000 parçeyên kurdewarî di niha de min xistiye mûzexaneya Kurdistanê û wî karî jî bi xwepexşî dikim û xwe bi xizmetkar û parêzerê kelekûra Kurdî dizanim.
Seyda Goyan dibêje; hêjmarek zêde ji parlemanterên Tirkiyê û ekademîsyen û rojnamevanan serdana mûzexaneyê dikin. Her weha ji wê jî giringtir (Seyda Goyan) dibêje: Min şeş pirtûk bi zimanê Kurdî (Kurmancî) çap kirine ku têde behsa çîrok û stran û lawik û dengbêjên hemû parçeyên Kurdistanê dikim ku eve saman û serwetekî nîştîmaniye û pêwîste bi zindî were parastinê.
Hêjayî gotinê ye ku Seyda Goyan xelkê parêzgeha Şirnexê yê Bakûrê Kurdistanê ye û çalakiyên xwe yên di vî biwarî de li Amedê dike.
https://www.knwe.org/KU/Details/18816
XELAT/Kurdistanî Nwê