Bêriya gundê xwe dikim

Bêriya gundê xwe dikim

Nivîs: Dawûd Çîçek

Xwezî temen vegeriyaya salên zarokatiyê û dema ku em diçûn serdana gundê xwe û bapîr û dapîra me bi germî pêşwaziya me dikirin digotin vaye zarokên me ji Helebê hatin. Me jî cil û bergên nû li ber xwe dikirin û bi kelecanek mezin berê xwe dida gund, daku bi berxikan re bilîzin û siwarî kerê û qantirê bibin û digel bapîr ya xalê xwe biçin nava rez û zeytûn û hejîran, me çend rojên xweş derbas dikirin.

Ji bîra min naçê dema êvarê em li ser sewkiya mala bapîrê xwe rûdiniştin û piştre me li ber bayê hênik û asîmanê bi stêran biriqî xew dikir û ber destê sibê em bi dengê teqe reqa fîşekê (li Efrînê bi fîşek dew dikeyandin li deverên din jêre dibêjin meşk, bes li devera Efrînê û hin deverrên bakûrê Kurtdistanê û Tirkiyê bi fîşek ew kar dikirin) ku dapîra me mast dikeyand û rûnê sar jê derdixist û dayîk û xaltîkên min jî nanê sêlê amade dikirin û bêhna wê derdor tejî dikir. Bapîrê min sibehê zû diçû nava erd û baxçeyên xwe.

Li gundê min dema rojê çe dikir ji pişta çiyayê Bilêl û berê me li çiyayê Gewr diket ku di nava ewir û dumanan de xwe veşartibû çiyayê Hewarê bi mere dikeniya, bayê hênik ji zeviyên darên zeytûnê xwe bi ser me da dişkand û zengilên pez şefeqa serê sibê ber bi çiya û newalan diket ku tevlî dengê bilûra şivanan dibû semfoniyeke xweş dihate ber guhê mirovan.

Lê îro gundê min weku hemû gundên din ên Efrînê xemgîne, şêniyên wê melûlin û rondikên zarokên wê di çavan de ziwa bûne dayîkên wê bi hesretî serdilkên xwe ne û zeytûn birîndare û axa wê xeyidiye û asmanê wê tarî bûye ji ber ku dûrî zarokên xwe ye û hirç û çeqel hatine ser singa wê û tirs û kuştin û talan û stemkariyê dikin.

Bapîr û dapîra min di jiyanê de neman û çûn ber dilovaniya xwedê û bavê min û diya min dûrin ji min û ez jî nema ew zarokim lê ez her bi hesreta wan rojên derbas bûyî me, dûrim ji Efrînê ji gundê xwe û pirr bîriya wan rojên şêrîn dikim bi hêviya ku rojekê vegerim û avekê li dara zeytûnê ya li ser tirba bapîr û dapîra xwe bikim….. Emê vegerin. 

20-1-2024

XELAT