Zaravayên (Têrmên) Hevbeş û Xewna Zimanekî Yekbûyî (5)
Zimanzan û Nivîskar: Deham Ebdulfetah
Di vê pêvajoyê de şêwazên herî rast û mufadar ev in: Zaravayên Hevbeş, Şêwezên Ragihandinê.
1- Zaravayên Hevbeş:
Têrm bi wateya navlêkirinê tê xebitandin. Her têrmek jî bi dirêjahîya demê re dibe wek navekî giştî û mijara navlêbûyî dide nasîn.
Li vê gorê, her mijareke serbixwe di zimanekî serbixwe de têrmeke cuda,li gora taybetmendîya wî zimanî zaravayekî werdigire. Bi vê egerê em tekez dikin ku çiqasî kokên zimanan nêzîkî hev bin wiqasî jî zaravayên hevbeş di nav wan zimanan de peyda dibin, wek mînak: ‘’Malbata zimanên Îranî.’’
Li dawîya vê ronîkirinê em cext (tekez) dikin ku dînana (danîna) şêwazên hevbeş di nav şêwezarên kurdî de wan şêwezaran nêzî hev dike. û têgihiştina derbirrînên wan jî hêsantir dike.
2- Şêwazên Ragihandinê:
Rola ragihandinê di warê belavkirina hizr û ramanan de roleke sereke ye. hizra hevnêzkirina şêwezarên kurdî hizreke neteweyî ye. Lê ku ev hizir bibe piroje hingê pêwîstiya wê bi ragihandineke berfireh hebe. Di vî warî de jî ragihandin bi gellek şêwezan pêk tê.
Di ser ê wan şêwazan de berkêşanên (berhemên) çapemenîyê tên xebitandin, wek rojname, govar û pirtûkan.
Ji mêj ve berkêşanên çapemenîyê bibûn meydanên ragihandinên hizir, pêşniyaz û pirojeyan.
Hîn jî ew meydan li ber ramanên cûrecûr vekirî ne û ragihandinên bêsînor jî hîn berdewam in.
Mijareke giring bi qasî giranîya tevdana pirsgirêkên şêwezarên kurdî, bi mebesta ku em wan hinekî binasin û wan wirde-wirde nêzîkî hev bikin, bêguman pêdivîya wisan mijar bi ragihandineke berfireh heye. Anku em rojnameyekê yan jî govarekê bo wê terxan bikin, gengeşeyên xwe, bîr û bawerîyên xwe tê de biweşînin û wê li ser rûberê nexşeya zimanê kurdî belav bikin.
Bêguman, rola radiyo, telefizon û amûrên eliktronî yên pêwendîyên civakî jî di warê ragihandina pêwîstîyên mijara me de roleke kûr û berfereh e. Lê rola herî giring di nav wan şêwazan de; rola telefizyonê ye. Pirranîya telefizyonên kurdî bi du-sê şêwezaran bernameyên xwe diweşînin. Hin caran jî nûçe û hin mijar bi du şêwezaran li pey hev têne weşandin. Carnan jî hevpeyvîn di navbera bêjerekî soranî û mêvanekî Kurmanc de, yan jî berûvajî vê, çê dibin.
Ev şêwazê xebitandina telefizyonê, ne tenê şêwezaran nêzîkî hev dike, lêbelê dilên me bi paşeroja zimanê kurdî xweş dike. Vêca ku em vê pirojeya giring bipejirînin; gerek em wê bispêrin dezgeheke rewşenbîrî ku ji çend şêwezaran hatibe bijartin, da ku wê himbêz bike û pêdivîyên serkeftinê jê re pêşkêş bike û wê heta dawî destek bike!
[1] - ‘’Ta û Po’’: Du coreyên sereke yên benên tevinê ne.
- Ta: Ew benên ku bi dirêjahîya tevinê re li rex hev tên raxistin
- Pa: Ew benên ku bi panahîya tevinê re di nav benên (ta) re derbas dibin û her du coreyên ben bi hev re tên ristin. (Ferhenga Estêrî Geşe)
[2] - Nekarîn: natwanî (mustehîl)
Dawî
XELAT
