Serokê Fransa li ser Yaşar Kemal çi dibêje?

Serokê Fransa li ser Yaşar Kemal çi dibêje?

Serokê Fransa li ser Yaşar Kemal çi dibêje?

Yaşar Kemal: Tevahiya jiyana min romane

Amadekirin/ Cewad Heyderî

Pirtûka (Hawara Min) ji hêjmarek nivîs û name û çavpêkeftinên Nivîskarê mezin ê Kurd Yaşar Kemal pêktê ku Mihemed Îzedîn ji Tirkî wergerandiye Kurdiya Soranî û Dr. Ferhad Şakelî jî pêşgotina wê nivîsiye.

Serokê berê yê Fransayê Francois Mitterrand derbarê Yaşar Kemal de dibêje:

"Ji zarokatiya xwe ve, min xeyal dikir ku li kêleka deryayê bijîm, lê ji ber ku ez bûm siyasetmedar, ez neçar mam ku li kolanên teng ên bajarên mezin bijîm. Lê gava ez pirtûkên Yaşar Kemal dixwînim, ez hîs dikim ku ez bi rastî li kêleka deryayê dijîm. Ew romannivîsê herî mezin ê serdema me ye."

Yaşar Kemal jî di wê pirtûkê de dibêje: "Tevahiya jiyana min romane. Ez şev û roj li ser difikirim. her tim xeyalên min li ser romanê ye. Ez her tim li ser nivîsandina wê difikirim.

Yaşar Kemal dibêje jî: Nivîsandin xwedî tamek taybet e, ji ber vê yekê ez nikarim dev jê berdim. Ez her wiha dizanim ku tiştê ku min nekariye binivîsim, nifşê pêşerojê wê pir çêtir binivîse, ez di vê yekê de guman nakim.

Yaşar di wê pirtûkê de dibêje ku wî qet ji hevpeyvînan hez nekiriye û hewl daye ku bi qasî ku dikare ji medyayê dûr bikeve ji ber ku wî bawer dikir ku hêza her nivîskarekî di qelema wî de ye, ne di daxuyanî û hevpeyvînan de.

Romannivîsê Kurd  di dirêjahiya axaftina xwe de dibêje "Ez nêzîkî 50 salan rojnamevan bûm, heya roja ku ez ji rojnameyê hatim avêtin ez her rojnamevan bûn. Ez gelê Kurd baş nas dikim. Ew mirovên aştîxwaz in. Ew dikarin bi hemî hêza xwe şer veguherînin aştiyê. Kurd gotinek xwe ya xweş heye dibêjin: Li ser gotin û soza xwe dimrê û lê poşman nabe.

Di beşek din a pirtûkê de, Yaşar li ser aştiyê li Tirkiyeyê diaxive û dibêje: Di vê serdemê de lihevhatin gelekî hêsane, eger desthilatdarekî aştîxwaz xwesteka xwe ya aştiyê hebe.

Ji hevpeyvînên di vê pirtûkê de, em dikarin bibînin ku Yaşar ne mirovekî siyasetê bûye û tiştek ji siyasetê nedizanî û eger hin caran jî helwest wergirtibe ew gelekî dereng li ser axiviye. Ji ber vê yekê ew dibêje: Ez mirovekî tirsonek im. Eger ez ne tirsonek bûma, minê gelek bi tundî biaxiviyama.

 

Xelat/ Kurdistanî Nwê