Koçberên Efrînê gihîştin warê xwe
Duh roja duşemê 9-3-2026, 400 malbatên Efrînî ji koçberiya dara zorê ji herêma Cizîrê vegeriyan herêma Efrînê, her weh ji aliyê xelkên Efrînî yên li Efrînê mane ve hatin pêşwazî kirin.
Vegera koçberên Efrînê wê heya Newrozê dirêjpêder be.
Wek tê texmîn kirin ku wê bêhtir ji 3400 malbatên Efrînî li herêma Cizîrê bûn, lê piştî rêkeftina HSDê û Şamê, duh 400 malbat vegeriyan warên xwe û wek rojeke pîroz hate bi navkirin û ahengên cuda cuda ji wan re hatin lidarxistin û pêwaziyeke xweş û nirxdar ji aliyê Efrîniyên mane ve hate kirin.
Xelat
