TÊRÊ NAKE
Helbest: Seyrana Celad
Hikyatekê ezê bêjme te cîhan,
Çawa çevên zeytûn bi kil ên sibhan,
Qerimîn li rê û mane bendawar,
Kerba tevya bejna çinar tak rihan.
Emrek pirî kême têrê qet nake,
Ji sînorê giyan çeper ku rake,
Şiroveke hezkirina pîroze,
Çawa evîn wê bi eşq û can şake.
Dilêm ragirt çîka raza pir melûl,
Mîna Eyûb Pêxember min kir tehmûl,
Bi sebir û bê deng kişand êş û jan,
Şewata ruh, nalîn nedît evd û qûl.
Baş guhdar kin, û bîr nekin ev çîrok,
Serpêhatî ça bû destan û dîrok,
Du sitêrkên dildar wek Leyl û Mecnûn,
Bi hesretkêş li ezmîn da bûn gerok.
Orta tilyan direqise dost pênûs,
Dinvîsîne bûyarên vîn nav lênûs,
Çawa muhbet bû sebebê îlhamê,
Hubra rengîn xêz kir bext û çarenûs.
Ku bixwezim bo evînê bikim qal,
Têrê nake hezar gotin û sedsal.
04.05.2026s.
Xelat
