Ez nema

Ez nema

Helbestvan: LEYLA REŞO

 

 Ez nema

 li hêviya xewnan dimînim

Xewnên min

pirûşiya bendewariyê

ji dest daye

Dûrbûn nexema min e

Heke ...

peyv û gotin

 wateya xwe guhertibe

Di bîrkirina te de

ez nahêminim

Ezê bi mirina te

 bawermind bim

Di hundiryê xwe de

 ezê serxweşkirinekê ji te re

çêkim...

Ji neha û pêve

tu sersaxî  ji pelên payîzê re neyê kirin

Û nema narvîna xwe dizarînim

 XEWNÊN BERBAYî

 

XELAT