ZIMANÊ DAYIKÊ
Helbestvan: Karîna Osêyan
Hube zimanê dayikê
Wek dayîkê pîroze
Pir delal û şirîne
Bê ksûr û bê sînore
Huba zimanê dayikê
Wek çira dişixule
Ji hube zimanê dayikê
Avên zelal diherike
Hube zimanê dayikê
Mirove dike xwendevan
Kadrê ziman bizanibin
Hûnê bibin dewlemend.
************
ZIMAN
Bi hisreta dilê xwe
Bijî ji bo zimanê xwe
Bi hub û heza xwe
Biparêze zimanê xwe
Jibîr neke toreya xwe
Girîng e ew zarûkên xwe
Wek mîrat bihêlî li warê xwe
De jiyan şên bikit ser axa xwe.
XELAT