HORÎ- Binpêkirina mafê mirov di şerê dijî Rojava de
Serokê Mafê Mirov li Efrînê (Îbrahîm Şêxo), roja şemiyê 24/01/2026 ji Rojavayê Kurdistanê bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de binpêkirina mafê mirov di şerê dijî rojava de hat gotûbêj kirin, Serokê Mafê Mirov li Efrînê Îbrahîm Şêxo di wê derbarê bal kişand rewşa dorpêçê li ser bajarê Kobanê ku gelek koçberên ji Efrîn û Reqayê li wir kombûne û xurek û pêdiviyên jiyanê û sotemenî kêmbûye û êdî zarokên kurd li Kobanê ji serma jiyana xwe ji dest didin.
Her weha Îbrahîm Şêxo helwesta neteweyî ya gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li revenda kurdî li derve bi pîroz û bilind nirxand û tekez kir ku îro roja yekîtiya gelê kurde û piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ye.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
Xelat
