Yezîdî: Li ser astê deverên veqetandî YNK`ê hêza yekeme
Nivîskar û Rojnamevan Şêrzad Yezîdî ragihand ku; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê hêza yekeme li ser astê deverên veqetandî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ye.
Şêrzad Yezîdî bû mêvanê bernameya (Xelata Kurmanca) ku li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê Hozan Efrînî vet ê pêşkêş kirin ku taybet bi encamên hilbijartinên encumena parêzgehên Êraqê û serkeftina Kerkûk bû.
Di wê derbarê de Nivîskar û Rojnamevan Şêrzad Yezîdî pîrozbahiyên xwe yên germ ji bo xelkê Kerkûkê û yên Kurdistanê yên li deverên veqetandî kir û got: encamên hilbijartinê serkeftinek gelekî giringe. YNK`ê para şêr bidest xistiye di heman demê de li Nînewa û Şengal û Xaneqîn û Mexmûrê Kurdan dengê baş bi dest xistine.
Diyar jî kir ku; Tevî siyasetên bi erebkirinê û guherîna demografî gelê Kurd karî serkeftinên mezin bi dest bixine, van hilbijartinan îsbat kir ku kurd aktorê serekî ne û bi vê serkeftinê divê parêzgarekî Kurd û ji YNK`ê ji bajarê Kerkûkê re were danîn daku rê li pêş siyasetên li dijî Kurd bê girtin û pêkvejiyana gelan bê parastin li bajarê Kerkûkê.
Her weha tekez jî kir ku, ev encam wê bandora xwe li hilbijartinên di pêşerojê yên perlemantoya Kurdistanê jî wê bike bi awayekî erênî.
Şêrzad Yêzîdî ew yek jî da zanîn û got: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hewl dide bi rêbazên demokratîk bandora nerênî ku referandomê li herêmên veqetandî û Kerkûkê ji holê rake û careke din mafê kurdan li wan deveran bê parastin.
Tekez jî kir ku, xelkê Kerkûkê bersiva wê yekê da ku digotin YNK`ê li Kerkûkê nemaye , belku berovajî wê YNK`ê piraniya dengan bidest xistin û serkeftina mezin çêkirin bi proseyeke demokrasî ku ew jî hilbijartin bûye.
Şêrzad Yezîdî aşkira kir û got; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)`ê hêza yekeme li ser astê deverên veqetandî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ye. Kerkûk ne tenê li ser asta Kurdistanê Êraqê giringe belku li ser astê Kurdistanê bi giştiye û serkeftina Kurdan li Kerkûkê hêviyek mezin da hemû gelê Kurd. Eve jî dibe dersek ku bi siyasetên bi erebkirin û turk kirinê û guherîna denografîyê Kurd nayên tunekirin.
XELAT
