Rojbîn di hunera wênesaziyê de serbixweyiya jinan armanc dike
Keçek Kurd ji Bakurê Kurdistanê xwedî heweseke taybet ji bo wênesaziyê ye û zêdetirî 70 tabloyên wê yên cuda hene. Bi gelemperî, armanca wê wênesaziya wê ewe ku çîroka çand û neteweya Kurd vebêje, nemaze ku jiyana hin jinên Kurd ên niha tomar bike.
Di vê derbarê de Rojbîn Silêman, hunermendeke ku li Batmanê ya Bakurê Kurdistanê dijî, ji Kurdistan Nwê re got: Danasîna min bi hunera wênesaziyê re vedigere zarokatiya min. Bi hewesa min a ji bo wênesaziyê, min hunera wênesaziyê pêş xist û di sala 2022an de ez di vî warî de çalak bûm. Min heta niha zêdetirî 70 tabloyan wêne çêkirine. Wekî din, ez bi berdewamî hunera dîjîtal dikim û li ser dîwaran wênesaziyê çêdikim. Bi tevahî, min heta niha du pêşangehên tabloyên xwe vekirine û beşdarî 15 pêşangehên hevbeş bûm.
Wê got jî, "Di wênesaziyê de, ez çîrokên jinên ku di kevneşopiyên civakî û baviksalar de hatine bindestkirin vedibêjim. Ji ber ku gelek jin hîn jî ji perwerde û azadiya aborî bêpar in. Berê, jinên Kurd bi erkê parastina civakê û malbatên wan hatibûn spartin. Lê îro em dibînin ku jin hewl didin kesayetî û nasnameya xwe bibînin û di hemû waran de hebûna wan hebê. Ji ber vê yekê, di berhemên xwe de ez bi tabloyên xwe behsa van guhertinên ku di civaka me de çêbûne dikim.
Rojbîn wiha lê zêde dike û dibêje: Li erdnîgariya me, gelek jin hîn jî di bin serdestiya mêran de dijîn û di kevneşopiyên kevin ên civakê de asê mane. Her wiha gelek jin hene ku xwedî nêrînek femînîst in, lê ji hêla civakê ve tenê rola dayik an jî jina malê li wan hatiye ferzkirin.
Aşkira jî dike Rojbîn dibêje: "Yek ji wan têbîniyên ku herî zêde bandor li min kiriye û di berhemên min de hatiye nîşandan, çîroka jinên ku di vê dinyayê de asê mane û ji bo jiyanê têdikoşin e. Li ser ka çawa têgihîştina jinan a li ser rolên xwe yên civakî û hewldanên wan ên ji bo hebûnê di cîhana nû de rêberiya karê min dikin, û ez dixwazim ku hunera min guhertina civakî û têkoşînên takekesî nîşan bide."
Rojbîn di beşek din a hevdîtinê de got: Wekî keçek Kurd, armanca min a herî mezin di wênesaziyê de ew e ku çîrok û çanda neteweya xwe û jiyana ku gelek jin tê de dijîn vebêjim. Mixabin, li erdnîgariya me, gelek jin bêyî ku dengê wan were bihîstin dijîn. Bi rêya wêneyên xwe, ez dixwazim niha û rabirdûyê bi hev ve girê bidim û valahiya wê tijî bikim, da ku jin di civaka Kurdî de rolek û îfadeyek bingehîn hebe. Ji bilî vê, ji bo min, hunera wênesaziyê şêweyek îfadeyê û rêyek beşdarbûna di civakê de ye.
Di dawiya axaftina xwe de Rojbîn Silêman got: "Di civaka me de bi dehan çîrok hene ku meriv bibêje, ji ber ku hunera wênesaziyê ne tenê jêhatîbûnek e, lê meseleyek hest, vegotin û hebûnê ye. Goman tune ku wênesazî yek ji rêbazên herî bihêz e ji bo îfadekirina derûn û hişe. Huner ne tenê bedewiyê, lê di heman demê de nakokî, bîranîn û şêweyek hebûnê jî hildiberîne. Ez wekî hunermendek ciwan jî dixebitim da ku serxwebûna xwe ya darayî di cîhana hunerê de misoger bikim. Her çend ez di destpêkê de rastî hin zehmetiyan hatin jî, min ew wekî derfetek ji bo fêrbûn û mezinbûnê girt.
Hêjayî gotinê ye ku, Rojbîn Silêman di 15ê Tebaxa 1997an de li bajarê Batmanê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Wê di sala 2021an de ji Zanîngeha Dîcle bi bawernameya lîsansê di hunerê de mezûn bû. Niha li Batmanê dijî û di warê wênesaziyê de xebata xwe didomîne.
Xelat/ Kurdistanî Nwê

