ROJAVA- Rola Serok Mam Celal di Rojavayê Kurdistanê de

Serokê Tevgera Xwebûn (Ebdulbaqî Yûsif) roja yekşemê 05/10/2025 ji Spaniyayê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di vê hevdîtinê Rola Serok Mam Celal di Rojavayê Kurdistanê de hate gotûbêj kirin û Ebdulbaqî Yûsif di wê derbarê de axivî û got: Serok rewanşad Mam Celal serkirdeyekî mezin bû di nav gelê Kurd û li ser astê Êraq û Cîhanê de, Mam Celal ne tenê kesayetiyekî siyasî belkû kesayetiyekî dîplomat û ya rêkeftinan bû.

Serokê Tevgera Xwebûn Ebdulbaqî Yûsif got: Mam Celal kesayetiyekî Kurdistanî bû, yekem kes bû ku li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi zimanê şêrîn yê Kurdî axivî.

Her weha da zanîn ku, Mam Celal rola xwe ya serekî hebû di avakirina yekem partiya siyasî li Rojavayê Kurdistanê de. Her weha Mam Celal yekem serkirde bû ku dirûşma azadî û rizgarkirin û yekgirtina Kurdistanê hilda.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

Xelat