Xelata Kurmanca- Rewşa Rewşenbîriya Kurdî li welatên Qafqasiya

Sekreterê Yekîtiya Nivîskarên kurd li welatê Siwêdê (Têmûrê Xelîl) behsa rewşa xebata rewşenbîrî û ronakbîrî ya Kurdên Qafqasiya û komarên sovyeta berê di pêşxistina wêje û çanda kurdî de dike. 

Têmûrê Xelîl, ku di heman demê de nivîskar û wergêrekî Kurd yê Ermenistanê ye û li welatê Siwêdê dimîne, bû mêvanê xeleka vê carê ya bernama (Xelata Kurmanca) ku di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de li bajarê Silêmaniyê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin.

Têmûrê Xelîl derbarê rewşa rewşenbîriya Kurdî li welatê Ermenistanê diyar kir ku heya berya hilweşîna yekîtiya sovyetê rewş baş bû, alîkariyek baş bi rewşenbîrên kurd re dihate kirin yên ku li Ermenistanê bûn. Lê piştî hilweşîna sovyetê ev 30 salin ew alîkarî hatine sekinandinê. Her weha rewşa aborî ya komaran jî ne gelekî başe. Ew karê me yê 70 salî ku bi xortî pêş diket. Niha jî li gorî îmkanan kar û xebat didome.

Têmûrê Xelîl got; di Sala 1920`an de sovyetê biryarek derxist ku mafê gelên kêmjimar bêne dayînê, dema hat ser mesela Kurdan dîtin kurd ne di komarekê de belavin li ser komaran li (Azerbeycan, Turkmenistan û li Ermenistanê) ne û gotin emê bingehekê hilbijêrin ji bo hemû kurdên sovyetê ew bingeh jî li Azerbeycanê hate hilbijartin jiber ku hêjmara kurdan wî çaxî pirtir bûn, heta wê derê di sala 1923`an otonomiyek saz kirin bi navê otonomiya (Kurdistana Sor) lê ew kar jî nemeşiya. Çima nemeşiya çûnkî ji aliyekî Azeriyan ditirsiyan ku sovyet dixwaze li wir Kurdistanekê ava bike û axa wan ji destê wan bigre, ji bo wê jî Azeriyan stemkarî li kurdan dikirin û nedihêştin bixwînin û kar bikin, digotin me hûnê herin pasporetên xwe biguherin daku em kar bidin we û daku hûn bikarin bixwînin. Beşek ji kurdan pasportên xwe guhastin û ew asîmle kirin û di nava xwe de helandin. Beşekî ji kurdan jî digotin em û Azeriyan birayên hevin û em musliman in û ev netewa ne musliman hatine dixwazin me ji hev biqetînin, wisa kirin ku di nava salan de hêjmara kurdan ku di sala 1923`an de 42 hezar bûn di sala 1929`an de bûn 5 hezar.

Desthildarên Sovyeta berê, piştî ku ew ezmûn li Azerbeycan bi binkeft, paşê xwestin kar li komarên dinê bimeşînin çûne li Tacîkistanê (Tukmenistanê) li wê derê kurdên Xoresanê gelek hatibûn wê derê li wir jî nemeşiya, dûvre hatin ser Ermenistanê sekinîn, dîtin ku kurdiya kurdên wir gelekî xweşe ku piştî qirkirina Ermeniyan sala 1915 hatine Ermenistanê, lê ronakbîrên me tunebûn hatin ronakbîrên Ermeniyan ku Kurdî zanîbûn ku ew ji bakûrê Kurdistanê hatibûn welatê xwe. Bi wan kesane bîngehek çêkirin û rojnameya Riya Taze dest bi weşana xwe kir berî wê jî elfebaya kurmancî hatibû çêkirinê ku, profîsor (Erebê Şemo) amade kiribû. Rojname ji sala 1930 heya bi sala 1937 berdewam bû. her weha gelek pirtûkên dersan û yên helbestan û nivîskar çap bûn, lê çi mixabin (Stalîn) sala 1937 biryarek derxist ew mafên ku dabûn gelên kêmjimar ji dest wan girt û got ku gerekî hûn derbasî tîpên Rûsî bibin di navbera salên (1937-1955)`an hîç weşanek çap nebû her weha tu rojnameyeke kurdî derneket.

Piştî mirina (Stalîn) carek din biryar hate girtin ku bi xortî piştgîriya gelên kêmjimêr bê kirin, wexta ku alîkariya kurdan dikirin hindek zehmetî derketin, yê Azeriyan ji ber ku dewleta wa hebû carek din karîn li zimanê xwe vegerin lê ya Kurdan tiştekî wan tune bû, jiber ku ya Kurdan ne axeke wan di nava sovyetê de hebû nejî derveyî sovyetê, rexmî wê jî ew kar baş meşiya sala 1955 radyoya Yêrîvanê hat vekirin wê çaxê di heftiyekê de 15 xulek bûn 2 kes têde dixebitîn. Yek ji wan Casimê Celîl bû yê dinê jî diya min bû ku spîkera yekemîn ya radyoya Yêrîvanê bûye.

Radyo heta sala 1957 wek test kar kir, dûvre komisyonek ji Moskoyê hat û gotin em vê radyoyê bikin resmî û antênek xort danîn ku bikaribin weşana wê bighînin hemû Kurdistanê. Piştre bavê min ji sala 1957 kirine serokê radyoyê, bavê min ku navê xwe (Xelîlê Çaçan)e heta sala 1981ê rêveberê radyoya Yêrîvanê bû li Ermenistanê her weha hemû stranên radyoyê hema di wan deman de hatin tomar kirin, piştî hilweşîna sovyetê karmendê radyoya ji 14 kesan man 2 kes rojnameya Riya Tezej î 17 kes bûn man tenê 2 kes. Em dikarin bêjin ku piştî 1980-1981 radyo û rojname hatine girtinê lê mora girtinê lê nexistibûn.

Têmûrê Xelîl amaje bi wê yekê jî kir ku, Kurdên li Ermenistanê yên herî azad bûn û karîn bi azadî kar û xebatên xwe yên rewşenbîrî û ronakbîrî bikin lê welatên ku musliman bûn wek Azerbeycan dixwestin kurdan asîmle bikin û di nava xwe de bihelînin û heya ola wan jî diguherandin, lê li Ermenistan û Gurcistanê ew li ser Kurdan tunebû. Li Ermenistanê hîç Ermeniyekî ji me re negot were bibe Ermenî yan were dînê xwe biguher bibe xiristiyan.

Têmûrê Xelîl aşkira jî kir ku li Ermenistanê siyasetek xirab li hemberî Kurdan hate meşandin ku kurd kirin du beş, cudahî xistin nava kurdên musliman û yên Êzîdî ku bi awayekî Êzîdî wek miletekî cuda ji kurdan pênase kirin û yên musliman bi kurd dane nasînê. Têmûrê Xelîl tekez dike ku raste ew wek Êzîdî hatiye nasandin lê ew Kurd e û ola wî Êzîdatiye.

Ew yek jî anî ziman ku niha li Qazaxistinê xebata Kurdan bi pêş dikeve li wir Komeleya Berbang ya Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê heye bi serokatiya Ezîzê Ziyo Bedirxan û gelek komeleyên dinê. her weha xebatên çandî û folklorî û dersên zimanê Kurdî hene û helbestvan û nivîskarên me li wir peydabûne. Em dikarin bêjin ku navande çand û wêjeya Kurdî berê li Ermenistanê bûye lê niha li Qazaxistanê ye.

Têmûrê Xelîl 27 pirtûkên wêjevan û helbestvan û nivîskarên kurd û yên Rûsî û Ermenî ên navdar  ji zimanê Rûsî û Ermenî yên behsa Kurdan û dîroka wan dikin wergerandine kurdî.

Derbarê Sekoya Kurmancî û rojnameya Xelatê û herdû bernameyên kurmancî yên radyoya Dengê Gelê Kurdistanê, Têmûrê Xelîl got; tiştekî pir pîroze karê hûn dikin, hûn Karin herdû zaravayan (Kurmancî – Soranî) nêzîk hevdu bikin. Di warê standartkirina zimanê kurdî de jî rola we gelek mezine, tiştekî gelekî pîroze ku li warê Soranî axêv de behsa zaravayê kurmancî tê kirinê.

 Amadekirin: Dawûd Çîçek

 XELAT

 

 

 

 

 

XELAT