`Surealîstek ji welatê ku ji erebeya dîrokê ketiye Helîm Yûsiv` derket
Pirtûka "Surealîstek ji welatê ku ji erebeya dîrokê ketiye Helîm Yûsiv" ku ji aliyê nivîskar Hesen Dewrêş ve hatiye amadekirin derket.
Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv derbarê pirtûkê de li ser rûpela xwe ya Feysbokê pirtûk weha daye nasdandin: "Ev pirtûk ji gotarên nirxandin û rexnekirinê û ji nivîsên 47 nivîskaran pêk tê. Nivîs di van sîh salên dawiyê de ji deverên cuda û di demên cihê de li ser pirtûkên min hatine nîvisandin.
Nivîskarê kurd Hesen Dewrêş kedeke mezin da, ku ev hemû nivîs berhevkirin, hilbijartin û bi awayekî birêkûpêk bicihkirin û ji xwendevanên kurdî re pêşkêşkirin. Spasiyên ji dil ji bo wî, herweha ji bo hemû nivîskarên ku bi nivîsên xwe beşdarî amadekirina vê pirtûkê bûn."
Di dawiya gotina xwe de Helîm Yûsiv dibêje: "Pirtûk li Bakur- Amedê ji hêla weşanên SAR ve derket û li Rojava- Qamişlo ji hêla weşanên Şilêr ve derdikeve. Malavayî ji bo herdu weşanxaneyan."
Xelat
