Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê destpê kir
Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê ya 11'an ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşmeya "Diyalog ji bo Aştiyê" tê lidarxistin, bi avaniya xwe ya pirdengî û pirçandî, zimanê hevpar ê aştiyê bir ser dikê.
Destpêka Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê ya 11'an a ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, bi resepsiyona li Muzexaneya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa hat kirin. Ji bilî Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek hunermend beşdarî resepsiyonê bûn.
Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun tekez kirin ku ev festîval ne tenê çalakiyeke hunerî ye; di heman demê de hevdîtineke bi hêz e ku bîrgeh, berxwedan û îradeya pêkvejiyanê ya bajêr mezin dike.
Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê di navbera 22'ê Nîsanê û 2'ê Gulanê de dê 10 rojan bidome. Bi beşdariya komên şanoyê yên ji 19 welatan, 22 lîstik wê werin pêşkêşkirin. Bername bi panel, atolye û hevdîtinên hunermendan dewlemend dibe.




Xelat/Malpera Şaredariya Amedê
