Rufatên 171 enfalkiriyan li bijîşka dadwerî ya Bexdayê ne

Rufatên 171 enfalkiriyan li bijîşka dadwerî ya Bexdayê ne

Biryarderê Fraksyona YNK`ê li Perlemana Êraqê (Karwan Yarweys) ragihand, 171 rufatên enfalkiriyan ev çar salin li bijîşka dadwerî ya Bexdayê ne û daxwaz kirine ku bo Herêma Kurdistanê bên vegerandin.

Karwan Yarweys, ji ajansa PUKMEDIA re diyar kiriye ku, Hikûmeta Herêmê xemsare li hemberî rufatên enfalkiriyan û vegerandina wan bo Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Serokê Yekîtiya Nivîskarên Jenosîda Kurdistanê daxwazê li Hikûmeta Herêmê dike  ku, di bîranîna 100 saliya peymana Lozanê de rufatên enfalkiriyan bo Kurdistanê bên vegerandin.

Ev memikê zarokan li milê yek ji rufatên enfalkiriyên Germiyanê de bûye.

Biryarderê Fraksyona YNK`ê li Perlemana Êraqê Karwan Yarweys li lapera xwe ya Facebookê ev wêne belav kiriye û dibêje: Ev memikê zarokan li milê yek ji rufatên gorên komî yên enfalkiriyên Germiyanê li navçeya Til Şêx ya li parêzgeha Semawe hatiye dîtin.

Sekoya Kurmancî