`Ji 20 hezar mamosteyî tenê 10 bo kurdî ne`

`Ji 20 hezar mamosteyî tenê 10 bo kurdî ne`

Wezareta Perwerde ya Tirkiyê roja 7/5/2024 ragihandiye ku, 20 hezar mamoste hatine damezrandin ji wan 10 mamoste ji bo zimanê Kurdî ne.

Di vê derbarê de nivîskar û lêkoler û zimanzanê kurd yê Bakûrê Kurdistanê (Zeynelabidîn Zinar) ji malpera Xelatê re ragihand ku; "Cihê mixabinîyê ye ku Wezareta Perwerdê ji 20 hezarî, tenê 10 mamoste ji bo Zimanê Kurdî kifş kirine."

Eşkere jî kir û got," ji wan 10 mamosteyan jî, 6 ji bo devoka kurmancî û 4 mamoste jî bo kirdikî/zazakî ne".

Zeynelabidîn Zinar diyar jî kir; "ev biryara hanê niheqiyeke mezine ku li kurdî hatiye kirin. Herweha ji bo zarokên Kurd ên li bajarên mezin ên Tirkiyê weke Enqere, Stenbol, Îzmîr, Bursa û hin bajarên din jî, mamosteyên kurdî nînin. Hêvîdarim ku ev bê edaletiya hanê were çareserkirin."

Roja 15 gulanê roja zimanê Kurdî ye li bakûrê Kurdistanê çalakiyên curbicur tên lidarxistin û gelê kurd daxwaza bi cih anîna mafê xwendina zimanê kurdî di destûra Tirkiyê de dike daku bi fermi li dibîstana bê xwendinê.

 

XELAT