Berpirsê Sekoya Kurmancî Hozan Efrînî hat Xelat kirin

Berpirsê Sekoya Kurmancî Hozan Efrînî hat Xelat kirin

Di roja 18-10-2023`an de, li bajarê Silêmaniyê di keftiryeya Emne Soreke de, xola 4mîn ya Roja Sînemeya Kurdî bi dawî hat û di encamê de, wêneyeke derhênerê kurd ê nemir Yilmaz Guney bi zêdekirina eşkere hat firoştin û çend kenalên ragihandinê û rojnamevan jê hatin xelat kirin.

Di wê çalakiya roja dawî ya Sînemeya Kurdî de, ronakbîrê mezin ê kurd (Mihemed Emîn Pêncwînî) û berpirsê Sekoya Kurmancî û sernivîserê rojnameya Xelatê (Hozan Efrînî) û cîgirê sernivîserê rojnama Xelatê (Dawud Çîçek) û kesayetiya civakî ya Rojavayê Kurdistanê (Mihemed Beyrem) û şanda Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê û hêjmarek ji sermayeguzarên bajêr amadebûn.

Çalakî bi gotara rêvebirê Hawar Filîmê (Hawar Mistefa Xan) dest pê kir. Her weha di nava wan rojnamevanan de, berpirsê sekoya kurmancî (Hozan Efrînî) jî wek rêzgirtin li kar û çalakiyên rojnamevanî ku ji 2020`an ve di hewilên hevkarîkirin û destek dayîna ji kar û xebatên Roja Sînemeya Kurdî re, ji aliyê rêvebiriya Hawar Filîmê ve hat xelat kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Hozan Efrînî spasiya rêvebirê Hawar Filîmê kak (Hawar Mistefa Xan) kir û pîrozbahî li serkeftina xola 4mîn a Roja Sînemeya Kurdî kir ku ev serkeftin ji bo pêşeroja sînemeya kurdî wê bibe bingeheke sembolîk û watedar û her weha germtirîn pîrozbahî li ronakbîrê kurd ê mezin Mihemed Emîn Pênciwînî kir ku piştgirî kirin li Roja Sînemeya Kurdî erkekî netewî û dîrokî ye.

XELAT