Pirtûka `Rastkirina Rêrewê` ya Stran Abdulah dê bê belavkirin

Pirtûka `Rastkirina Rêrewê` ya Stran Abdulah dê bê belavkirin

(Rastkirina Rêrewê, êşa vejîna partîtiyê) nûtirîn pirtûka nivîskar û ronakbîrê Kurd (Stran Abdulah), biryare merasîmek ji bo nasandin û belavkirina wê bê kirin.

`Rastkirina Rêrewê` ji weşanên mekteba ragihandinê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)ê ye û zincîrek gotarên nivîskar Stran Ebdulah li ser gotûbêjên YNKê derbarê sererastkirina rêrew  û pêşketina wê di astên curbicur û babetên hemereng li xwe digre.

Di pirtûkê de şeş beş di du cildên 172 rûpelî de bi çend gotaran pêk tê. Nivîskar derbarê pirtûkê de dibêje: Dê astengî derbas bibin, ji Tulaytuleyê heta bi Zelê, ji Qelaçuwalan heta bi Debaşan dê her êş û jan bi dawî dibin û dê her pirtûk jî tên çapkirin.