Letîf Nêrweyî: Serkeftina YNK`ê serkeftina hemû Kurdane

Letîf Nêrweyî: Serkeftina YNK`ê serkeftina hemû Kurdane

Endamê serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û berpirsê bordê ragihandina YNK`ê (Letîf Nêrweyî) ragihand, Serkeftina YNK`ê di hilbijartinên li Kerkûkê û deverên ji Kurdistanê hatine birîn, serkeftina hemû Kurdan bûye.

Di kongireyeke rojnamevaniyê de îro 21/12/2023 li navenda mekteba ragihandinê li bajarê Silêmaniyê, Letîf Nêrweyî tekez kir û got: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di hilbijartinên encumena parêzgehan de li deverên veqetandî û li Kerkûkê hêza yekem bûye û zêdetirîn deng bi destxistine.

Her weha Letîf Nêrweyî diyar jî kir ku, YNK`ê yekane hêz bûye ku li 4 parêzgehên Êraqê ku deverên ji Kurdistanê hatine veqetandin lêne kursî bi dest xistine. 

XELAT