Helîm Yûsiv: Berhemên min ji aliyê xwendevanan ve tên pêşwazîkirin
Cara yekeme li Rojavayê Kurdistanê, weşanxaneyek dê 15 berhemên nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv di carekê de çap bike.
Nivîskar û romannivîsê Kurd (Helîm Yûsiv) di vê derbarê de ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: "Cara yekemîne, Weşanxaneya Şilêr li Qamîşlo dê 15 berhemên min, di nav de roman, çîrok û lêkolîn, çap bike. Ev ji aliyê nivîskar, rewşenbîr û xwendevanan ve hatiye pêşwazîkirin.
Got jî: "Pirtûkên min ên çapkirî şeş roman û şeş çîrok, pirtûkek li ser lêkolînên li ser romanên Kurdî, pirtûkek din a bi navê (Komara Dînan) û pirtûkek li ser şanoyê dihewîne. Bi tevahî 16 pirtûkên min ên Kurdî bi Kurdî-Latînî hatine çapkirin hatine çap û belav kirin.
Helîm Yûsiv aşkira kir û got: "Ez niha ji Ewropayê vegeriyame Rojavayê Kurdistanê da ku pirtûkên xwe pêşkêşî xwendevan, nivîskar û rewşenbîrên bajarên Qamîşlo, Heseke û Amûdê bikim, ji ber ku pirtûkên me gelek xwendevanên xwe hene. Pirtûkên min ji hêla xwendevan, nivîskar û rewşenbîran ve gelekî tên pêşwazîkirin.
Her weha Helîm Yûsiv got: "Min di sala 1991an de li Sûriyeyê pirtûka xwe ya yekem bi zimanê Erebî û di sala 1996an de li Çapxaneya Avesta ya li Stenbolê pirtûka xwe ya yekem bi zimanê Kurdî-Latînî çap kir. "
Helîm Yûsiv di sala 1967an de li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, ji heman bajarî xwendina xwe heta amadeyî li wî bajarî temam kiriye, dû re ji li Zanîngeha Helebê bawernameya hiqûqê wergirt û ji sala 2000î ve li Almanyayê dijî.


Xelat/ Kurdistanî Nwê
