Keçek Kurd bû zaroka herî zîrek a Îranê

Keçek Kurd bû zaroka herî zîrek a Îranê

Zarokeka Kurd di pêşbirkekê de ku di navbera zarokên ji 15 welatan de hate lidarxistin, di nav 550 zarokan de wekî zaroka herî jîr û zîrek a Îranê hate hilbijartin.

(Parmîs Xudamuradî), keçek Kurd a ji navçeya Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê, ku li bajarê Kirmaşanê dijî, beşdarî pêşbirka zaroka herî zîrek a li Îranê bû, ku 550 zarok ji 15 welatên cîhanê beşdar bûn, ku têde keça Kurd (Parmîs Xudamuradî) wekî zaroka herî zîrek hate hilbijartin û xelata keça herî zîrek hate dayîn.

Pêşbirka navneteweyî ji bo zarokên ku xwedî hizir an matematîka zîrek a xurt in û xwedî şiyana mezin a komkirin, derxistin û dabeşkirina hejmaran di demek kurt de ne, hate lidarxistin. Keça Kurd (Parmîs Xudamuradî) pileya yekem bi dest xist.

Xelat/ PUKMEDIA