Salvegera Serhildana 12 Adara 2004`an li Rojava
Îro 21`mîn salvegera serhildana 12’ê Adara sala 2004’an e ku agirê wê li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê pêket û li hemû bajar û bajarokan ji Dêrîkê heta bi Efrînê belav bû.
Serhildana 12ê adarê çirûskeya şoreşê bû ku gelê Kurd li Rojava ji stemkariyê re got (NA) û zincîrên koledariyê şikandin û tovên guhertinê çandin û dîwarên tirsê rakirin û rê li ber şoreşa Sûriyeyê vekir .her weha ev destkeftên serdema me ya îroyîn jî ji wê rojê ve bîngeha wê hat danîn.
Her weha piştî ku rêjîma Baas ya Sûriyê di 8ê Kanûna yekem a 2024 de hate ruxandin, serdemeke nû dest pê kir li ser bingeha dadperwerî, hevpariya niştimanî û pirrengiyê.
Em weke stafa Xelata Kurmancî em salvegera 12`ê adara 2004`an bibîr tînin û şanaziyê bi destkeftên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dikin ku bi saya berxwedana keç û xortên gelê me pêkhatiye.
XELAT
