Zanîngeheke dêrîn ya Amerîkayê xoleke fêrbûna zimanê Kurdî vedike

Zanîngeheke dêrîn ya Amerîkayê xoleke fêrbûna zimanê Kurdî vedike

Zanîngeha (Harfard) ya Amerîkî ya dêrîn ku cara yekemîne di dîroka zanîngehan de ye xoleke fêrbûna zimanê Kurdî bi şêweyê akademîk vedike.

Zimanê kurdî yek ji zimanên kevin û dêrîn yên deverê ye ku şaxeke zimanê Hîndû-Ewropî ya Arî ye. Her çend tu pêgeheke siyasî ya kurdan tune ye ji ber parçebûna Kurdistanê û qedexekirina zimanê Kurdî û kevneşopiya çandî ya kevin ya Kurdan nehatiye bikaranîn , her weha tevî hewlên helandina kurdan di nava civakên welatên desthildar de û komkujiyên biser gelê Kurd hatine meşandinê lê zimanê Kurdî karî serbixweyiya xwe biparêze û winda nebe û niha zimanê Kurdî di pleya 8`an de ye di nava zimanên cîhanê de.

Her weha zanîngeha Harfard ku duyemîn zanîngehe li ser astê cîhanê, vê payîzê yekemîn xola fêrbûna zimanê Kurdî vedike ew jî li ser daxwazên xwendekarên Kurd buye. Ne tenê ziman belku babetên çandî û keltorî û dîrokî û siyasî taybet bi Kurdan jî digre dest.

Zanîngeha Harfard jî mamostayê zanîngeha yê şareza di karûbarê civak û mirovnasî de mamosta (Ehmed Mihemed Bur) ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye daxwaz kir ku perwerdê birêve bibe.

Mamosta (Ehmed Mihemed Bur) di wê derbarê de got: Ez gelekî keyfxweşim ku em gihêştin armanca xwe bo xwendina zimanê kurdî.

Her weha xwendekarên Kurd yên zanîngeha Harfard jî keyfxweşiya xwe anîn ziman bo fêrbûna Kurdî bi awayê akademîk.

Amadekar: Nuredîn Hisên

London

XELAT