Rojnameya Kurdistana Nû hunermenda Kurd Eyşe Şanê bibîr tîne

Rojnameya Kurdistana Nû hunermenda Kurd Eyşe Şanê bibîr tîne

Rojnameya "Kurdistana Nû" babetek taybet li ser stranbêja Kurd ya dêrîn (Eyşa Şan) belav kiriye. Di rojnameyê de (Xelîl Abdulah) nivîsek belav kiriye û têde hatiye ku, Eyşe Şan diyartirîn jina hunermend û stranbêja Kurd e ku serbarê pirsgirêk, astengî û rêgiriyên kevneşopiyên kevn yên Kurda û bivebûna huner ji bo jinan, bi wêrekî û cesareteke gelekî mezin di salên 1950`an de karîbû bikeve qada hunerê û bi wê yekê Eyşe Şan dibe jineke pêşeng û xizmetek mezin ji bo huner û mûzîk û stranbêjiya Kurdî pêşkêş kiriye.

 Eyşe Mihemed Wasman Şan, ku bi (Eyşe Şan) tê naskirin. Di sala 1938’an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, hîna zarok bû bavê wê wefat dike, di 15 saliya xwe de dest bi stranbêjiya bi tirkî kiriye û bi dizî yekem kaseta xwe tomar kiriye. Di sala 1961ê de çûye Stenbolê û bi zimanên kurdî zêdetir tê naskirin û strana (Ez Xezalim) tomar dike. Di sala 1972an de çûye Almanyayê û li welatên Ewropayê çendin konser li dar xistine. Di sala 1975an de vedigere Stenbolê û paşê li ser daxwaza (Mihemed Arif Cizîrî û Îsa Berwarî) serdana Bexdayê dike û li radyoya Bexda çend ahengên stranan saz dike. Di sala 1990î de di serdema Serokê Turkiyê (Turgut Ozal) de jî çend stranên kurdî tomar dike, di sala 1992an de ji ber nexweşiyê ji karên xwe yên hunerî dûr ketiye. Her weha di 18`ê kanûna yekem de  sala 1996`an koça dawî dike… hezar silav bo ruhê wê yê paqij. Ev jî stranek ji bo bîranîna Eyşe Şanê...

Sekoya Kurmancî