Peyama Hêro Îbrahîm Ehmed ya pîrozbahiya cejna qurbanê

Peyama Hêro Îbrahîm Ehmed ya pîrozbahiya cejna qurbanê

Endama Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi boneya cejna qurbana pîroz peyamek pîrozbahiyê belav kiriye.

Eve naveroka peyamê ye:

Bi boneya hatina cejna qurbanê ya pîroz, ez germtirîn pîrozbahî arasteyî kesûkarên serbilind yên şehîdan û pêşmergan û têkoşeran û gelê Kurdistanê û tevahiya muslimanan dikin.

Her weha hêvî dixwazim xwedayê mezin vê cejnê bike hêvana hevgirtin û yekrêziya mala Kurd , her weha bibe destpêkek jibo jiyan û jiyareke baş û bextewer bo gelê me.

Dubare ez cejna we pîroz dikin û hemû rojên we cejn û şadî bin.