Silêmanî: 3 Penaberên Rojava jiyan jidest dan

Silêmanî: 3 Penaberên Rojava jiyan jidest dan

Duh roja çarşemê 27-11-2024`an li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, di encama buyereke hatûçûnê de, 3 ciwanên kurd ên penaberên Rojavayê Kurdistanê jiyan ji dest dan.

Di wê barê de, endama desteya rêvebir a Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê (Roşîn Serêkanî) ji malpera Xelatê re ragihqnd: Duh roja çarşemê 27-11-2024`an li bajarê Silêmaniyê li taxa Kazîweyê nêzîk `Dîlan Sitî` yê, di encama buyereke hatûçûnê de, 3 ciwanên kurd ên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên bi navê Mahîr Şêxmûs Îbrahîm û (Aras Şemerî û Rênas Şemerî) ku herduk birayê hevin ji bajarê Qamîşloyê ne û di kampa Barîkeyê de nîştecihbûn jiyan ji dest dan.

Serêkanî, da zanîn ku wê termê herdu birayan rewaneya Rojavayê Kurdistanê bêne kirin û ya Mahîr jî rewaneya bajarê Hewlêrê hate kirin ji ber ku malbata wî li wir dimînin.

Em jî bi navê Malpera Xelata Kurmancan sersaxiyê li malbatên wan hersê ciwanên penaberên Rojavayê Kurdistanê dikin û her rewan şad bin.

Xelat