36mîn Salvegera Komkujiya Helebçeyê hate şermezar kirin

36mîn Salvegera Komkujiya Helebçeyê hate şermezar kirin

Weku têzanîn ku di roja 16`ê Adarê de, ango 36 salên berê rûdaneke metirsîdar û bê wêne û ne mirovî ku ji aliyê rêjîma roxayî yê berê yê Êraqê ve pêkhatibû.

Her weha ev bûyera qirêj ku ji bilî Hîroşîma û Nagazekî li ti cihê gerdûnê pêknehatiye, ji ber vê yekê jî, ev buyer herdem tê şermezar kirin.

Ew komkujî ji aliyê tevahiya mirovên bi wîjdan û mirov perweran ve tê şermezar kirin û wê rojê bi rojeke reş dinirxînin.

Îro şemiyê 16-3-2024`an jî, li bajarê Helebçeyê sembola Başûrê Kurdistanê bi beşdariya malbatên şehîd û birîndarên komkujiya Helebçeyê, her weha nûnerên part û aliyên hikûmî û ne hikumî dest bi merasîma bîranîna komkujiya Helebçeyê hat kirin û bi gotarê parêzgar Azad Tofîq birêve çû, di wê gotarê Tofîq wiha got:" Komkujiya Helebçeyê birîneke kûre û ji bîr nabe û şermezarim ku ez niha jî Helebçe bi vê rengî dibînim."

Meresîma 36 saliya komkujiya Helebçe bi axîn û nalîna malbat û xwedanên şehîdên komkujiyê dirêjpêder e û daxwaza qerebûya malbat û ziyanmendên komkujiyê ji aliyên peywendîdar ên navneteweyî û herêmî dikin.

 

XELAT