Efserekî Kurd li Brîtanyayê bawernameya Serfermandariyê wergirt

Efserekî Kurd li Brîtanyayê bawernameya Serfermandariyê wergirt

Efserekî Kurd bawernameya Fermandarî û Serfermandariyê ji Koleja Mîrîtiya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin bidest xistiye.

Serheng (Dana Celal) efserekî kurde û xwediyê du bawernameyên masterê di warê leşkerî û hunerên berevaniyê de li Koleja  mîrîtiya Brîtanyayê, ku bilindtirîn pileya leşkerî ye.

Dana Celal ji rojnameya (Kurdistanî Nwê) re ragihandiye û gotiye: “Perwerdehiya di warê leşkerî û di asta pêşketî de gelek giringe. Ji ber ku emê bi zanyarî û nerîneke cuda vegerin Kurdistanê, hêvîdarim ku eger ev şerefa han bi me hat dayîn, bi vê zanînê emê xizmeta welatê xwe û hêzên Pêşmerge bikim.

Dana Celal Seîd ji dayîkbûyê bajarê Silêmaniyê ye û derçûyê kolêja yasa û ranyarî ya beşa yasa ye li zanîngeha Selahedînê ye û kolêja leşkerî li Qelaçwalan temamkiriye, her weha master li yasa li zanîngeha Florîda a Amerîkî wergirtiye herî dawî li wezareta Pêşmerge a Kurdistanê kar kiriye û berdewame di xizmeta xwe de.

XELAT