Jinek Kurd Dibe Wezîra Parastinê ya Holandayê
Siyasetmedar jina kurd (Dîlan Yeşilgûz) di hikûmeta nû ya Holandayê de, posta cîgira serokwezîr û wezîra parastinê werdigire û lîsteya kabîneyê jî belav dike.
(Dîlan Yeşilgûz) li ser platforma (X)ê, lîsteya dabeşkirina wezaret û alîkarên wezaretan belav kir, ku pêkhênerên hikûmetê li ser li hev kirine.
(Dîlan Yeşilgûz) di sala 1977an li bajarê Enqereyê ji dayik bûye û bi resen xelka bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Dîlan dema ku sala 1984an ligel malbata xwe koçî Hollandayê dikin û li wir di Zanîngeha Amsterdamê de bawernameya zanistên civakî û çandî bi dest xistiye. Her ji destpêka jiyana xwe ya siyasî ve, peywendî bi Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê kiriye û di kabîneya pêşû ya hikûmetê de, wezîra dadê ya Holandayê bû.
Xelat/PUKMEDIA
