EKR û XELAT Serkeftina Kûpaya Futbolê ya Rojava ya 2025an pîroz dike
Encumena Penaberên Kurd a Rojava-Sûriyê ku baregeha xwe ya serekî li bajarê Silêmaniyê ye, serkeftina tîma Efrînê di Kûpaya Rojava de a li welatê Almanyayê pîroz dike.
Almanya mazûvaniya Kûpaya Rojavayê Kurdistanê kir û tîma futbolê ya Efrînê biserket.
Kûpaya Rojava ya 2025an roja Yekşemê 29ê Hezîranê, bi beşdariya tîmên futbolê yên Qamişlo, Efrîn û Kobaniyê dest pê kir. Tîma Efrînê piştî ku Kobaniyê bi (3-2) bir û bi tîma Qamişlo re (0-0) wekhev ma, Kûpaya Rojava bi dest xist. Tîma Kobanê di tûrnûvaya ku li Almanya hat lidarxistin de bi (1-0) ji tîma Qamişloyê bir û di rêza duyemîn de cih girt.
Em we Encumena Penaberên Kurd a Rojava-Sûriyê, destpêkirina Kûpaya Rojava li Almanya pîroz dikin. Em tîmên ji Qamişlo, Efrîn û Kobaniyê, her weha em her Kurdekî dilsoz li Kurdistan û li çar aliyê cîhanê pîroz dikin. Em pîrozbahiyên taybetî li tîma neteweyî ya Efrînê dikin. Em ji dîrokê re dibêjin ku ev tûrnûva dê bibe destpêka şampiyoniyên navneteweyî yên pêşerojê ji bo futbola navneteweyî ya Kurd.
Wek Stafa kovara Xelatê jî em pîrozbahiyê serkeftina vê şampiyonê û her weha beşdariya gelê me li Alamanyayê bi vê coşê û kelecanê pîroz dikin.





XELAT
