Nexweşî tiştekî ji mirov re nahêle..

Nexweşî tiştekî ji mirov re nahêle..

Penaberekî Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Silêmaniyê di nexweşxaneya Herêmê ya taybet de, ciwanekî kurdê Rojavayê Kurdistanê bi nave Avdar Rifet Elo ji ber nexweşiyê ku ji Şehbayê derbasî Silêmaniyê bibû, roja yekşemê jiyana xwe ji dest da û rewaneya Efrînê hat kirin û li gundê Dimilya ya ser bi Efrînê hat veşartin.

Dema ku mirov rastiya jiyanê nas bike, wê demê wê bikanibe rewşa tenduristiya xwe jî nas bike, her weha wê hewl bide ku xwedî li parastina tenduristiya xwe derkeve..

Lê hinek car jî heye ku her tişt ji destê mirov dikeve û bê hêz dibe û bê çare dimîne û bi taybet dema ku mirov penaber û koçber be.

Avdar Rifet Elo ku koçberê Efrînê li Şehbayê bû, genc û ciwanekî rûxweş û mirûzxweş bû, hezkiriyê hemû dost û hogirên xwe bû. her weha mamostayê zimanê Kurdî bû li herêma Efrîn û Şehbayê ku nifşê nû fêrî perwerdeya netewî û zimanê şêrîn ê Kurdî dikir.

Ti carî ti ziyanek nedabû dost û hevalên xwe.

Wekû Kovara Xelat em serxweşiyê ji malbata mamosta Avdar re dixwazin û her rewanşad û beheştdar be

Xelat