Zeyta dendikȇn gulaberbero- 3

Zeyta dendikȇn gulaberbero- 3

Pȇkhatiyȇn dendikȇn gulaberbero

Nivîskar: Muhemed Şerîf Cilînî

dendike gulaberbero ser tûjikî ye, û di binyada xwe de girover e. pîvanên dendikȇ bi dirȇjahî di navbera 10 û 15 mm a de ye, û bi firehî di navbera 4 û 12 mm a de ye, navbira pehnayî çargoşe an çarçikî ye, rȇja qalika derve (qaşil), di navbera (18-45%) ji tevhiya giraniya dendikȇ, qata pelikî ya spî ku di bin qalikȇ de,ji sȇ qatȇn tevna parenşîmayê bxewdan pelmişîna hewrekî (perûkî an Isfencî) pêk tê, navik (endosperm an pulp) pȇk tȇ ji yek qat ji şanekên dewlemend bi proteîn, ku bi xurtî divenise (tȇ girȇdan)bi qalikȇ re, û navok bi du telîşka ye.

Du celebên bingehîn ên dendikên gulaberbero hene: (1) celebeke zeytînî ye û (2) celebek ne zeytînî (dendikên çerezȇ) Cûreyên pêşîn ên zeytînî reng reşin û hûrikin qaşil tenkin bi rȇja ( 20-25%) ji giraniya dendikȇ, bi naveroka ji zeytȇ ne kȇmî (40 %), celebê ne zeytȇnî hinekî ne weke yȇn zeytî ne, dendik mezintir e û xwedan qaşilek qalind û hişke, reng reş-spî ye, bi navikȇ re ne bi xurtî girêdayî ye, û bi hêsanî jȇ vegirtin dikare were rakirin,rȇja qaşilȇ (40-45%) ji giraniya dendikê ye, lȇ reja zeytȇ di tevahiya dendikȇ de, ji (30%) derbas nabe.

Qebara dendika zeytînî li gorî core û cîhê dendikê di gulȇ de tȇ guhertin, qebare biçûk tir dibe ji rȇza çember derve ber bi navend gulȇ ve, ji bilî bandorkirinȇ li ser naveroka zeytê, ku kȇmtir dibe ber bi navendȇ ve, hem jî cih bandor dike li pêkhateya dendikan ji tirşiyȇn cewre.

Giraniya (1000) dendikên cureyên zeytînî, ên ku niha têne bikar anîn di navbera (30) û (80) gram de ye, rengê qaşilȇ destpȇ dibe ji rengȇ spî heya reş, bi xêzên gewr an nîv qehweyî, qalindiya qaşilȇ û her weha taybetmendiyên din ên dendika, bi core û mercên jîngeha derdorê ve girêdayî ye.

Qaşil ji kerestȇn rîşalî, lignîn, textînî (cellulozîk) pȇk tȇ bi rêjeyȇn wekhev , û di navikȇ de rêja zeytê digihȇ (55%), ango ( 40%) ji tevahiya giraniya dendikȇ ve, û naveroka navikȇ bi proteîn di navbera (20%) û (35%) de ye, li ser bingehek bê av digihîje (57%).

Bandora hokarên derdorê li ser naveroka zeytê

Naveroka zeytê di dendikên gulaberbero de, di dema geşbûna dendikȇ de tȇ guhertin, ji ber ku ji roja çardehemîn heya roja sîh û pêncemîn piştî  kulîlkbûnȇ bilind dibe, paş re naverok ji zeytȇ nayȇ guhertin  piştî gihîştina dendikȇ, û pêkhateya zeytȇ jî di qonaxên geşbûna dendikȇ tȇn guhertin, naveroka tirşiya lînoleîk ji roja çardeh piştî kulîlkbûnȇ bilind dibe, lê naveroka tirşiya olye-îkȇ kêm dibe; tirşiyên têrbûyî jî hinekî kêm dibin.

Hokarȇn jîngeha derdorê, wek germahî û ronahiyê, bandorê li pêkhatina zeyta gulaberbero dikin, rȇja tirşiya lînoleîk li herêmên sar bilind dibe, û ya tirşiya olye-îk li herêmên germ bilind dibe.

Germahiya bilind dibe sedema kêmbûna naveroka tirşiya lînole-îk û bilind bûna naveroka olye-îk, ji ber ku naveroka tirşiya lînole-îk ji (48,7%) di dendikên ku di keşa germ de têne çandin heya (70,2%) ji bo zeviyên ku di keşa sar de têne çandin tȇ guhertin.

 

XELAT