Wênesazekî Rojavayê Kurdistanê hezar tablo çêkirine
Hunermendekî Kurd ku li bajarê Qamîşlo ya Rojavayê Kurdistanê dijî, ji bo pêşvebirina folklora Kurdî 1000 tabloyên bi şêwazên cûda çêkiriye.
Hunermend Rodîr Nesredîn ji rojnameya Kurdistanî Nwê re got:"Ez zêdetirî 15 salan e wênesazkirinê dikim û armanca min ew e ku bi rêya tabloyên xwe folklora Kurdî vejînim, ez dixwazim çanda Kurdî bi biyaniyan bidim nasîn, rastbûna neteweya xwe biparêzim û hunera wênesazkirinê pêşve bibim.."

Hunermendê Wênesaz: Rodîr Nesredîn
Got jî: "Min heta niha zêdetirî 1000 tabloyên cûda çêkirine, ku piraniya wan li ser daxwaza welatiyan bûne, ez beşdarî 20 pêşangehan li Rojavayê Kurdistanê û çend pêşangehên onlayin li derveyî welêt bûm".
Rodîr diyar jî kir ku, "Li navenda Qamîşlo cihekî min ê taybet heye ku ez tabloyên Kurdî çêbikim û gelek kes her roj serdana min dikin."
"Li Rojavayê Kurdistanê daxwazek mezin ji bo tabloyên Kurdî heye, ku ev bûye çavkaniyek dahatê ji bo debara min. Hunera wênesazkirinê li Rojavayê Kurdistanê pir pêşketiye". Rodîr Nesredîn got.
Xelat/ Kurdistanî Nwê
