Mam Celal behsa huner û hunermendan û stranan dike
Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de
Xeleka/6
Amadekirin: Rêbwar Star
Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.
Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.
Pirs: Ew stranbêj kîne ku tu hez dikî dengê wan guhdarî bike ji Kurd û Ereb?
Bersiva Mam Celal:
Ez ne wek xortên wê serdemê bûm ku guhê xwe didan stranbêjên kevin, ji stranbêjên Ereb ez ji dengê Ebdulwehab hez dikim, biraderekî min hebû emrê xwedê kir navê wî (Qadir Kake Ziyad) bû, hevalê min ê nêzîk bû, me salekê li Hewlêrê pêkve xaniyek kirê girtibû, wî pir ji dengê Ebdulwehab hez dikir , ez wî demî wekû min ji tere gotî ez weku sofiyan bûm, min guhê xwe nedida stranan, Qadir ji min re got; babe guhê xwe bide bizane çiye?. min jî wî serdemî taze pirtûka Stalîn xwendibû, têde li ser huner dibêje (Huner endezyariya giyanên mirovan e) ji wê ez weha têgihêştim ku lazime giringiyê bidim hunerê. Êdî min jî guhê xwe dayê, bi sutfe min guhê xwe da strana Ebdulwehab strana (Ya Caret Alwadî - Ey cîranê geliyê), bi rastî pir xweş bû, hem awaz û hem jî wate û hem jî dengê xwe xweş bû, ji wê kêlîkê ez bûme guhgirê berdewam yê Ebdulwehab) ji ereban, Ebdulwehab bi dilê min bû, Nazim Xezalî, ji jinan jî Um Kulsûm û Sebah, wî demî ew binavûdeng bûn.
Salekê li Kerkûkê bûm cavên min diêşan û ez çûbûm wir. Fîlmek hebû sala 1946`an nave wê (Alqalb alwahid- Yek Dil) renge ez 10 caran çûbim seyra wî filmî, çûnkî her care ez diçûm ji ber stranên Sebahê kêfa min jêre dihatin ya dawî jî Feyruz.
Ji yên Êraqê (Zihure Husên) bi dilê min bû, nihajî ew kasêtên min hene ez guhê xwe didimê, eger dema min hebe ji kurdan jî (Kawîs Axa) ez pir heyranê dengê wî me (Kawîs Axa, Tahîr Tofîq, Mihemed Salih Dîlan, Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî) evna pir bi dilê min in.
Pirs: Mam can dema tu birêve diçî ya dema îş an li nava otomobîlê tu çi stranê dibêje?
Bersiva Mam Celal:
Ha bêje tu strana dibêjî. Ez dixwazim tiştekî bibêjim, di qonaxa navendî ya Koye bûm ez xwendekar bûm li navendiya Koye dibîstan li derveyî bajêr bû, min gelekî hez dikir wexta baran bibarê çetreke min min hebe û di bin baranê de bimeşim. Biraderekî min hebû navê wî kak (Xalîd Dilêr) bû, kak Xalîd Dilêr xalê ew Nermîn xana me bû, kak Xalîd Dilêr di axaftinê de lal bû, lê di stranan de dengê wî pir xweş û zelal bû. Em hertim pêkve diçûn dibîstanê. Min çetrê xwe hildida û stran jî wî digotin. Em lê kêleka hev dimeşiyan hin ji wan stranan niha car caran ji xwe be rez dibêjim, yek ji wan (Xwedê welat ava bikî çiqas dildar û şêrîne, ey kurdino ey merdino).
Pirs: Cenabê we navbeyna te digel van tiştan çawaye? Gul û kulîlkan?
Bersiva Mam Celal:
Ez pir pir dostim gelek bi min xweşin.
Pirs: Ê teyr û firinde?
Bersiva Mam Celal:
Ewqas navbeyna min digel wan tune ye.
Pirs: Tu û werzişê?
Bersiva Mam Celal:
Welahî xweşe ku xelk bike, lê belê ez bi xwe kêm, nakim.
Pirs: Kêfa te ji çi werzişê re zêdetir tê?
Bersiva Mam Celal:
Ez bi xwe ji piyaseyê hez dikim, ji box we, piyase ji hemû werişan paştire, mixabin ew tişta ku ez nizanim melevaniye, kêfa min ji melevaniyê re tê lê ez nizanim, lîstikên din jî ez hemûyan temaşe dikin, bi dîtia min werziş gelekî giringe, ji bow ê yekê jî ez gelekî piştevaniya lîjneya olompî û werzişên cuda cuda cuda dikim, li ba min gelek tişt hene başin û pêwîste li nava civakê bêne pêşxistin.
Pirs: Gelo Mam Celal di dema barîna berfê de şerê gilokên berfê kiriye?
Bersiva Mam Celal:
Belê min kiriye.
Pirs: Kengî?
Bersiva Mam Celal:
Dema ez li qonaxa navendî ya xwendinê bûm, dema em li çiya jî bûn serdema pêşmergatiyê gilokên berfê li min jî xistine dema çiya bi derfet jî zanîne, gilokên berfê avêtine min, dema zarokatî û dema navendî jî min kiriye.
Pirs: Li Silêmaniyê jî?
Bersiva Mam Celal:
Nexêr li Silêmaniyê min nekiriye.
Dewamî heye….
Ji Soranî/ Dawûd Çîçek
Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de
