Mûsa Mûsa: Wênesazî hunerek pîroze û xizmeteke ji ferhenga kurdî re

Mûsa Mûsa: Wênesazî hunerek pîroze û xizmeteke ji ferhenga kurdî re

Mûsa Mûsa, hunermendekî şêwekare yê ji gundên derdora Qamişloyê dijî. Bi salan e karê wênesaziyê dike û xwediyê çend tabloyên bi nirxe. Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê beşdarî gelek pêşangehên hunerî kiriye.

Wênesazê navdar ê bajarê Qamişlo Mûsa Mûsa ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re got: Min di zarokatiya xwe ve dest bi nîgarkêşiyê kir û di dibistanê de min hest kir ku xwestek û şiyaneke min a taybet bi hunera nîgarkêşiyê re heye, lewra min dev jê berneda û min berdewam kir heta ku min ji kolêja hunerî li zanîngeha Şamê qedand.

Got jî: “Piraniya tabloyên min behsa jiyana koçberiyê ya gelê Rojavayê Kurdistanê, Şoreşa gelên Sûriyê û êş û azarên netewa Kurd û Sûriyê bi giştî dikin, ku ev çend sal in jiyaneke dijwar dijîn.

Bi gotina Mûsa Mûsa,  wî rojên gelek dijwar derbas kirine, lê tu carî dest ji hunera wênesaziyê bernedaye, ji ber ku hunereke pîroz e û xizmetek ji dîrok, çand û ferhenga neteweya kurd a bindest e.

Amaje bi wê yekê jî kir û got: Min gelek tablo kişandine, gelek ji wan jî min bê pere dane hevalên xwe. Min beşdarî zêdetirî 20 pêşangehên hunerî li Qamişlo û li seranserê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kiriye û tabloyên min gelek daxwaz dikin.

Her weha Mûsa Mûsa got; “Ji ber berdewamiya kirîza darayî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, lêçûna tabloyên me gelek buha bûye û rewşa me ya darayî ne baş e û piştevanî û alîkariya me jî nîne. Lê ji bo xatirê gelê xwe em dev ji vê xebata pîroz bernadin û piştî şoreşa Sûriyê ya sala 2011’an û avakirina rêveberiyên xweser li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em ê bi giştî xizmeta gel û welat bikin.

Tekez li wê yekê jî kir û da zanîn ku: Hunermendên şêwekar roleke girîng di derbirîna azadane ya ramanên xwe de lîstin û ji bo pêkanîna aştiyê di nav gelên Sûriyê de kar kirin, ev jî bû sedema zêdebûna çalakiyên hunerî.

Hêjayî gotinê ye ku, hunermend Mûsa Mûsa di sala 1975’an de li gundê (Keçal Ereb) a ser bi bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bi salan di warê wênesaziyê û şanoyê de kar kiriye û beşdarî çendîn hevpeyvînên rojnamevaniyê kiriye.

 

XELAT/Kurdistanî Nwê