Omer Şan: Mûzîk ketiye nava rihê min nikarim jê dûrkevim

Omer Şan: Mûzîk ketiye nava rihê min nikarim jê dûrkevim

Omer Şan, bi girêdan û hezkirina xwe ji hunerê, mûzîkê û stranan re karî tevî hemû zehmetiyan û astengiyan û bi keda xwe dighîje armanca xwe, Omer Şan dibêje ku, mûzîk, tembûr û stran ketine nava rihê min û ez nikarim jê dûrkevim.

Helbestvan û hunermend û derhênerê kurd, Omer Şan ew hunermendê ku bi handana dost û heval û hezkiriyên xwe rêya hunerê digre ber xwe û dibe dengek û stayleke cuda di mûzîk û strana Kurdî de.

Hunermendê kurd Omer Şan bi helbest, deng û tembûr û awazên xwe êş û derdên civaka kurdî û birînên gelê xwe dikewîne û gelek hewl dide bi rêya filîman wê yekê ji cîhanê re bide naskirinê.

Hunermend Omer Şan ji zarokatiya xwe ve di temenê 6-7 saliya xwe de hezkirina xwe ji mûzîkê re peyda dibe û stranên folklorî û gelerî jiber dike û piştî ku hinekî mezin dibe xwe fêrî tembûrê dike û li ser tembûrên dost û hevalên xwe hêdî hêdî xwe fêr dike, çûnkî ji ber jiyana hejarî nedikarî tembûrekê ji xwe re peyda bike.

Bi gotina (Omer Şan) ew ji dayîk bûyê 1977`an li gundê `Xwaziyanê Jorîn` ya ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û piraniya jiyana xwe li bajarê Helebê derbas kiriye û têde mezin bûye û karê terzîtiyê dikir û debara xwe pê dikir.

Di çavpêkeftineke taybet de ligel kovara Xelatê, hunermend Omer Şan dibêje ku, wî gelek hewl dane daku bikare helbest û stranên ku wî bi xwe awazên wê danîne bike kilîp ji bo wê yekê berê xwe da Herêma Kurdistanê û piştre Lubnanê û herî dawiyê gihêtiye welatên Ewropayê.

Omer Şan dibêje; stranên destpêkê ku min distiran di civakan de folklorî bûn, wek tê bîra min ew jî ew stran bûn (Hat etarê desmala, min ji xwe re bermalek girt , rinda min derket nav mala ….)  her weha strana duyem jî (Bimeş bimeş lê lê edla min, xanî qule ax diweşê lê lê edla min ….). Omer Şan ji ber rewşa hejariyê xwendina xwe temam nake û di temenê 12 saliyê de dest bi kar dike daku bikare alîkariya malbata xwe bike.

Di dema xizmeta leşkeriya Sûriyê de ku li Qamişloyê kiriye `Omer Şan` civaka kurd li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê jî nas dike û derfet jêre çêdibe ku helbestvanê mezin yê Kurd (Seydayê Tîrêj) bibîne û nêrîn û şîretên wî wergire li ser helbestên xwe û got: Seydayê Tîrêj çend şîret li min kirin û ji min re got ku "heta tu bikarî ji helbesta destanî û xeyalî dûr bikeve". Her weha Seydayê Tîrêj ez han dam ku berdewam bim li ser helbest û stranên kurdî.

Omer Şan dibêje, xelkê ji min re digotin tu helbestvan, hunermend, stranbêj, awazdaner, derhênerî, yanî min xwe di çavê xelkê de dît û vê yekê ez teşwîq kirim ku zêdetir xwe pêş bixim, heta yek ji hezkiriyên min navê (Omer Şan) li min kir wek navê min yê hunerî .

Omer Şan li Lubnanê xwe fêrî noteya mûzîkê dike û dersên notayê jî li ser Youtubê dide. Her weha derhêneriya çend filman dikir lê "Ji ber qedexyên li welêt min nikarî filmên xwe çê bikim".

Omer Şan niha du albûmên wî yê stranan heye yek ji wan tenê bi tembûrê derxistiye û yê dine jî tevî amûrên mûzîkê û kilîp derxistine. Her weha filmekî jî li Almanyayê derhêneriya wê kiriye û bi xwe jî ekteriya wê kiriye.

Bi gotina Omer Şan gelek proje li pêşiya wî hene di demên pêş de wek kilîp û filmên sînemayê û hewl dide di demên pêş de çêbike.

 Amadekirin: Dawûd Çîçek

Filîmê Mûzîkvanê Kolanan ji Derhêneriya Omer Şan....

22/9/2024

XELAT