Dawûd Çîçek: Silêmanî Bajarê Wêje û Huner û Helbest û Azadiyê ye
Rojnamevanê Kurd xelkê bajarê Efrînê ku ev demek dirêje li bajarê Silêmaniyê dijî û karê rojnamevaniyê dike, hezkirina xwe ji bajarê Silêmaniyê û xelkê wê re nîşan dide û dibêje, Silêmaniyê bajarê wêje, huner, helbest û azadiyê ye.
Xeleka Bernama (Xelata Kurmanca) ya di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandinê, ku ji aliyê rojnamevan (Hozan Efrînî) ve heftê carekê tê pêşkêş kirin bi mêvandariya Cîgirê Serokê Rêxistina Hawar a Civaka Sivîl rojnamevan (Dawûd Çîçek) bû li ser 239`emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê paytexta mîrîtiya Baban bû.
Dawûd Çîçek diyar kir ku, mîrîtiya Babanê piştî 115 salan ji temenê xwe ku destpêkê li devera Pişder û Qelaçiwalan hukumdariya xwe dikir di sala 1784`ê zayînî de bajarê Silêmaniyê weku paytext hilbijart û bîngeha hukumraniya xwe lê danî.
Amaje bi wê yekê jî kir ku bi avabûna bajarê Silêmaniyê xwendingeh û mizgeft û bazar û pîşewer û helbestvan û wêjevan û zanayên Kurd li wî bajarî kombûn ku weku şoreşa vejandinê hate afirandin û gelek navdar derketin pêş.
Li ser pirsa Hozan Efrînî ku ji bo çi kurdên her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe didin vî bajarî, Dawûd Çîçek da zanîn ku, Silêmaniyê bi mîhrebaniya xwe çamêrî û mêhvan perwerî û kurdperweriya xwe navdare û azadî li vî bajarî berqerare.
Di dawiya axaftina xwe de Dawûd Çîçek tekez kir ku, rola Yekîtiya Nîştiumanî ya Kurdistanê li vî bajarî diyare û bi taybetî rola rewanşad Serok Mam Celal ku kedekî xwe yê gelekî mezin hebû ku ev kultur û ev çand û ev azadiya ku heyî li vî bajarî parast û pêşxist û em ti carî jibîr nakin û eve keda şehîdane û divê em van destkeftan biparêzin.
XELAT
