Ronakbîrekî Kurd: Ger Amerîkî ji Rojava derkevin wê wêran bikin
Rewşenbîrê û nivîskarê navdarê Kurd ragihand ku, ger Amerîkî ji Rojava derkevin Tirkiye wê wêran bike.
Merîwan Wirya Qani di hevpeyvînekê de ligel kanala Kurdsat Newsê got: Em wek Kurd tu derfeta avakirina dewletekê nîne. ji ber ku ji bo me çênabe, em li Kurdistanê kêmîneyekî herî qelsin di hemû hevkêşeyên herêmî yên ku li rojhilata navîn hene.
Nivîskar dibêje: "Dewlet bi me nayê avakirin, eger Amerîkî bên û dewletê ji bo me ava bikin û bêjin em li virin û nabê kes tiliya xwe dirêjî bike.
Behsa wê yekê jî kiriye ku; “Eger Amerîka niha Rojava biterikîne, Tirkiye wê di nava du hefteyan de wêran bike û dibe ku jenosîdê encamp bide, lewma hêza me tune ye ku em karibin dewletê ava bikin û biparêzin.
Merîwan Wirya Qani nivîskar û rewşenbîrekî kurd yê bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê ye û gelek pirtûkên wî derbarê siyaset û felsefe û ol û rewşengeriyê de hene.
XELAT
