Qamişlo: Yekemîn festîvala fîlmên jinên sînemakar ên Kurd
Festîvala Nûjiyan ji bo sînemakarên Kurd çend rojan bi nîşandana 40 fîlm, kurtefîlm û belgefîlmên li ser çîrokên jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê birêveçû, bi taybetî wan jinên ku di dîrokê de ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatine çewisandin û zilm lêhatine kirin.
Di vê derbarê de Çîdem Roj, derhêner û endama komîteya amadekar a Festîvala Nûjiyan li Qamîşloyê, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: "Cara yekemîne, Festîvala Nûjiyan li Navenda hunermend Mihemed Şêxo û Parka Azadî li Qamîşloyê ji bo jinên Kurd ên sînemakar hate lidarxistin û 5 rojan domand.
Festival bi beşdariya çendîn derhênerên jin ên Kurd ji çar aliyên Kurdistan û Ewropayê û bi amadebûna çendîn çalakvan û ciwanên Qamîşloyê beşdarî festîvalê bûn, ku têde 40 fîlm, kurtefîlm û belgefîlm hatin nîşandan. Hemû film ji aliyê sînemakarên kurd ve hatibûn derhênan lê belê hindek ji derhênerên kurd ji ber astengiyên sinor nekarîn beşdarî festîvalê bibin.
Got jî: Festîval bi serkeftî hate lidarxistin û çendîn semîner û çalakiyê curbicur li ser dîroka sînemaya Kurdî û navneteweyî hatin pêşkêş kirin.
Aşkira jî kir ku armanca festîvalê ew bû ku dîroka sînemaya Kurdî û rola jinên Kurd di warê hunerê û têkoşîna parastina Kurdistanê de di seranserê dîrokê de nîşan bide, taku bi rêya hunera sînemayê bi cîhanê bide nasîn. Herweha bi armanca ku jinên kurd bikarin pêşengiya dîrokî ya sînemeya kurdî bikin.
Çîdam berdewam kir û got: Festîval ji bo derhênerên sînemayê ên jin yên li ser asta navneteweyî hate lidarxistin û derhênerên fîlm ji çar aliyên Kurdistan û Ewropayê berhemên xwe têde nîşan dan, di heman demê de di fîlmek belgefîlm a kurt de, çîroka jineke Ermenî ya rizgarbûyî ya bi navê (Orora Mardigiyan) vedibêje, ku di salên (1915-1917)an de ji aliyê Osmaniyan ve rastî qirkirina Ermeniyan hatiye, wê jinê xizm û kesûkarên xwe ji dest dide û bi tenê dimîne û wek kole li bazarê tê kirîn û firotin. Ew bi rêya fîlmekî ku li ser jiyana xwe çêkiriye û li Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê dibe derhênerek navdar.
Çîdem behsa wê yekê jî dike ku; ew fîlm û kurtefîlmên ku di festîvalê de hatine nîşandan hemî hest û ramanên derhênerên jin ên Kurd bûne. Her weha Festîvalê bandorek mezin li ser civaka Kurd û têkiliyên di navbera derhênerên Kurd de çêkiriye. Bi dîtina Çîdem Roj; ev festîvalên bi vî rengî pir girîng in, ji ber vê yekê divê ew salane li hemî beşên din ên Kurdistanê festîvalên weha werin lidarxistin.
Çîdem Roj di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku, divê jinên Kurd bêtir giringiyê bidin hêza xwe, di heman demê de serwerî û serxwebûna xwe biparêzin û ji bo yekîtiya neteweyî xebat bikin.
Çima Nûjiyan?
Nûjiyan Erhan rojnamevan, derhêner û sînemakareka Kurde ji Bakurê Kurdistanê bûye. Wê di hunera sînemayê de roleke mezin lîst û dema ku operasyonekê li dijî çekdarên DAIŞê li sinorê Şingalê dişopand, şehîd bûye.

Ji Soranî: Dawûd Çîçek
XELAT/ Kurdistanî Nwê
