Hevpeyvînek bi Helbestvana Kurd `Kubar Hawar` re

Hevpeyvînek bi Helbestvana Kurd `Kubar Hawar` re

Kubar Hawar: Ez dinivîsînim da ku jineke candar bimînim

*Helbestvana Kurd (Kubar Hawar) bi navê (Sîmaf Efrîn) tê nas kirin, li bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye Xwendina xwe ya sertayî,navîn û amedehî li bajarê Efrînê bi dawî dike. niha jî li koçberiyê li welatên Ewropayê dimîne û berdewamî di xebata xwe ya helbestê dide.

Kubar Hawar ji malpera Xelatê re diyar kir ku, wê ji piçûkaniya xwe de helbestan dinivîse , lê her tim bi zimanê erebî dinivîsand, ji ber ku fêrbûn û fêrkirina Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê qedexe bû ji aliyê hikûmeta Şamê ve. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê derbasî Saziya Zimanê Kurdî SZK bû, sê astên ziman digire. Nêzî sê salan karê mamostetiyê li dibistanên Efrînê kiriye.

bi gotina Kubar Hawar,  di wê demê de dest bi nivîsandina helbesta bi zimanê Kurdî dike û heta roja îro bi herdu zimanan (Kurdî û Erebî) helbestên xwe dinivîse.

Piştî dagîrkirina herêma Efrînê bi malbata xwe re koçber dibe, lê dev ji nivîsandina helbestan ber nade.  Kubar dibêje; Gelek helbestên min di malper û rojname û kovarên kurdî û erebî de hatine belav kirin weke : Cominstakurd, vedenga kurdî, Encûmen, Rojnama Ceger Xwîn, kovara lûln,Kovara Avşîn, Kovara Hêma ya çandî Navenda Berzanî, Konê Rewşenbîrên Kurd, Kovara Şermola, Kovara Sîwan û din pirtûkên entolojiya Kurdî. Du pirtûkekên elektronî di malpera Comenistakurd de bi navê:

1- Hêviyên min

2- Bi zimanê erebî (قبلة بفم الزيتون) hatiye wergerandina Ingilîzî , ji aliyê malpera Yaneya Hayku Ya Kurdî bi navê( Êşa welatê min ) hatine amadekirin.

Ji bilî nivisînê Kubar helbestên xwe bi dengê xwe zîz û zelal dixwîne, malpereke wê li You Tube heye her demekê bi dengê xwe helbestan diyarî me dike.

Hin hunermendên kurd helbestên wê kirine û dikin stiran.

Ji bilî zimanê kurdî û erebî, pir helbestên wê hatine wergerandin zimanê inglîzî, firansî, romanî û zaravê Soranî.

Kubar Hawar ew yek jî anî ziman ku, Di sala 2021 an de ji weşanxaneya Ava  yekemîn berhema kome helbestan hatiye çapkirin binavê (Pişka bin giyan ). Berhema duyemîn di sala 2022 an de  ji aliyê weşanxaneya Şilê ve çapkirin bi navê ( Reşzeytûn ). Berhema siyemîn di sala 2024 an de ji aliyê weşanxaneya Şilêr ve çapkirin  bi navê (Sîmirbazî ). Berhema çaremîn di rêza çapê de ye bi navê Kirasê Binefşî..

Bi dîmenên helbestên we re tu diçî nav êşa Kurdistanê û germahiya yekîtiyê..

Piştî dagîrkirina Efrînê Kubar Hawar tev malbeta xwe koçber bû û niha li Almaniya bi cih dibe..

Hêviyên Sîmavê herikîna pênûsa wê bibe sembola azadiya jinên kurd.. Yek ji gotinên Sîmafê ( Ez dinivîsînim da ku jineke candar bimînim)…

Eve jî helbesteke Kubar Hawar e ku ji bo Xelatê şandiye: 

Strana baranê

Helbestvan: Kubar Hawar

 

Du sibeh in

Baran, yara min e

 

Awaz û mûzîk li

Pencereya min e

 

Hilû û nermik tê nav

Helbestên min e

 

Simaqiya çavan e

havîna  min e

 

Nîvkuştî, şewitî me

şev ne ya min e

 

Piştre tolî şolik li

rûyê min e

 

Xûzikgirtî, ne holika

giyanê min e

 

Strana baranê tirs

xistî damarên min e

 

Ber derî bahoz, xwe

davêje xewnên min e

*   *   *

Textebenda dil dibêje

were tu yarê min î

 

Baran tê, tu ne li

hembêza min î

 

Bi hovîtî xwe dixe

hundir guhê min î

 

Winda bû ew heyva

li pencereya min î

 

Vê sibehê tu tiliyan

 bike desmala min î

 

Zuha bike por û

gerdenê min î

 

Di bêvlên sibehê de

maçekê bide min î

 

Baran dibêje tu yar

û demsalên  min î

 

Ka tu çi dibêjî?

Ma tu xewnên min î?!

 

Ey pişiko! Tu pişkek

ji giyanê min î

 

Nema bê te bijîm,

Ne tu li ba min î

 

Bêje ma tu yê bibî

Mêvanê şevên min î?!

 

XELAT/ amadekirin Dawûd Çîçek