Gotinek pêdivî di 37 saliya koçkirina hunermend Mihemed Şêxo de
Nivîskar: Konê Reş
Bi min xweş e ku ez di vê bîranînê de baweriya xwe di rola wî û parastina zimanê Kurdî de bînim ziman.. Dema ku zimanê Kurdî qedexe bû, Mihemed Şêxo bi stranên xwe karibû sînoran ji nav Kurdistanê hilîne û Kurdistanî li yek dengî, yek gotinê û yek awazê guhdarî bikin..
Eger Mîr Celadet Bedirxan di kovara xwe HAWARê de gotiye: "Hawar dengê zanînê ye, zanîm xwenasîn e, xwenasîn riya felet û xweşiyê vedike.." û Seydayê Cegerxwîn di helbestek xwe de gotiye: "Min ji bo we gelek tişt, min dîwan û hin nivişt, gul ji avê bûye mişt ez nizanim çi bêjim.."
Mihemed Şêxo karîbû daxwaza Mîr Celadet û helbestvan Cegerxwîn û hevalên wî bi dengê xwe, di nav kurdan de belav bike..
Cemawerê gelê Kurd xwenda û nexwenda, kalemêr, pîrejin û zarokan li dengê wî guhdar kirin.
Di encam de zimanê Kurdî hat parastin û gotinên van helbestvanên netewî: Cegerxwîn, Tîrêj, Dr. Bedirxan Sindî, Xelefê Zêbarî, Mihemed Elî Şakir, Omerê Lalê, Bêbuhar, Mustefa Etrûşî, Ehmedê Şêx Salih.. li ser zimanan man..
Wêne herdû hunermendên navdar: Mihemed Şêxo Xwedê rehma xwe lê bike û Mehmûd Ezîz Şakir Xwedê temenê wî dirêj bike. Û îro serê me bi hunermend Beha Şêxo bilind e. wêneyê herdu hunermendan -Beyrût sala 1971.
Xelat
