Li Amedê ji bo Roja Zimanê Dayikê rêze çalakî birêveçûn
Li bajarê Amedê ya Bakûrê Kurdistanê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê rêze çalakî hatin lidarxistin.
Her weha bi serperştî û tevlîbûna Şaredariya bajarê mezin ya Amedê û bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk meşek girseyî hat amadekirin. Meş bi dirûşma “Ji kurdî re statû, bi kurdî perwerde” hat lidarxistin
Di heman rojê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de konsereke hunerî li dar xist.
Bernameya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate lidarxistin, bi dîwana dengbêjan dest pê kir. Piştre mamoste û xwendekarên Konservatuara Bajêr a Aram Tigran bi zimanên Kurmancî, Kirmanckî, Ermenî û Suryanî stranên xwe pêşkêş kirin.





Xelat
