HEBSA BERXWEDANÊ

HEBSA BERXWEDANÊ

Helbest: Siltana Memê

 

Ber bi gundê Kal û Bava,

Dimeşiyam lez bi gava,

Dil lêda bi zerp, hestîyar,

Min her qirşê, da silava.

Gihîştim li hewşa xanî,

Miçiqî bûn av û kanî,

Pişt zemanê pir extîyar,

Bayê dengê dayê anî.

Mêze kir li her pencerê,

Min got:-Kanê rewşa berê?

Gund, malîno kune dost-yar?

Hest nedin li ber xencerê.

Ez temirîm, melûl poşman,

Li min çikya bêhn bê guman,

Qebûl nebûn, qet tu biryar,

Tenê dil bû çehla xeman.

Hêsir barîn, xwîn dikele,

Tehma emir li min tehle,

Vê jîyanê çi bû dîyar,

Tevî wede, tev dihele.

Rêwîtîya wê serdanê,

Birim hebsa berxwedanê,

Şevên terî, bê xew, hişyar,

Fikir dikin xeberdanê.

 

20.02.2026s.

Xelat