Mamosta Mezher Xaliqî û Enwer Qeredaxî behsa hunera Kurdî kirin
Mamosta Mexher Xaliqî îro li bajarê Silêmaniyê serdana ofîsa mamosta Enwer Qeredaxî ya li Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir.
Herdu mamostayên mezin behsa huner û ferhenga Kurdî kirin û bi xezîneya dewlemend ya gelê Kurd bi nav kirin.
Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Stran Ebdulah li lapera xwe li tora civakî nivîsiye, "mirov di hûzûra herdu mamostayên mezin de her dibê guh bide wan û ji wan fêr bibe".
Mamosta (Mezher Xaliqî) ji dayîkbûyê bajarê (Sine) ya Rojhilatê Kurdistanê ye, yek ji stranbêj û hunermendên navdar ê kurde. Mezher Xaliqî di 8 saliya xwe de dengxweşekî nav û deng buye û xezîneyek dewlemend ji stranan tomar kiriye.
Hunermend û muzîkjenê Kurd (Enwer Qeredaxî) jî xelkê bajarê Silêmaniyê ye û zêdetir li 50 sale karê hunerî didomîne , hunermend û stranbêjê (Mezher Xaliqî) mamosta Enwer Qeredaxî bi yek ji şarazayên mûzîka resen ya Kurdî binav dike.
