RUSALKA
Foto: Lütfi Özkök
Helbest: Sebüktay Kaan
Werger ji Tirkî bo zimanê Kurdî: Dilşa Yûsûf
RUSALKA*
Dilekî min î qeşayî hebû
prîzmayekî rût
hemû tîrêj di minde dişkiyan.
Heft reng…heft jîngeh.
Hêleke min î mor hebû
Yek jî sor.
Nava wê kûrahiyek e bê dawî bû
Ew kûr bû
Ew kaniyek e bê guneh bû
Kevirên ji qûmê bardikir.
Perî ya Avê pêxwas û sawgirtî
her ku tîjkek dihate perçiqandin
heft reng dişkîya.
Her heft rengan xwe di spîtiyê de di şuştin.
Qîrîn..bi qîrîn
Rusalka lava dike ji tîjkên heyvê
Ey tîjkên heyvê wenda ne be!
Wenda ne be.
Hêleke min î mor hebû
Yek jî sor.
Dema mejiyê min tevlîhev dibû
Min li ewran dinerî
Hemû bahozên min derbas kirin matmayî mane.
------------------
20 Eylûl 2022
* Rusalka, tê wateya ( Perî ya Avê) ku Helbestvan navê wê ji opêreyayeke Antonin Dvorak yê bi regez çîkî ya bi navê ( Strana ji bo Heyvê) wergirtiye.
-Helbestvanê Tirk Sebüktay Kaan ku li welatê Swêd rûdine û dostê doza Kurd e.
Xelat
